Kongra-Gel êrîşa li Kobanê şermezar kir

Kongra-Gel êrîşa li Kobanê şermezar kir

Hevserokatiya Kongra Gel, êrîşa li Kobanê ya li dijî Heyva Sor a Kurd bi tundî şermezar kir. Hevserokatiya Kongra Gel êrîş weke hovane û li derveyî mirovahiyê bi nav kir û got, "Di serî de gelê Kobanê bila serê tevahiya gelê Rojava û malbatên windahiyan sax be, ji birîndaran re jî şifa xêrê dixwazin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yên ku bi hovane êrîşî saziyeke bi vî rengî ya alîkariyê dide mirovên di nava şer de û xizan divê bizanibin; Gelê Kurd wan baş dinase, dewleta Tirk û hin Kurdên xayîn ên bi wan re di nava nokeriyê de ne, dê ti carî nikarin çavê gelê me bitirsîne." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna lehengî ya gelê Rojava dê van polîtîkayên qirêj û hêzên tarî yên piştevaniya wan dikin, pûç bike.

Hevserokatiya Kongra Gel ev bang li gelê Kurdistanê kir: "Li dijî hêzên ji aliyekî ve bi ambargoyê dorê li gelê me digire û li aliyê din bi êrîşên hovane hewl didin berxwedana gelê me bişkîne, divê her kes helwesta xwe nîşan bide û ti kes bêdeng nemîne. Pêwîste tevahiya gelê me xwedî li têkoşîna rûmetê ya gelê me yê Rojava xwedî derkeve."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hêzên tarî yên nikarin xwe li destketiyên gelê Rojava rabigirin, hewl didin bi van êrîşên hovane pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigirin û hat gotin, "Lê belê wê ti carî di vê de bi ser nekevin. Gelê Kurd ê dost û dijminê xwe baş dinase, bi têkoşîna gel a rêxistinbûyî, wê van rojên zor li dû xwe bihêle.

Careke din ji gelê Kobanê û malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin û bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku li dora Rojava bicive."