KONGRA GEL: Dewamkirina qedexeya PKK'ê dijberiya çareseriyê ye
KONGRA GEL: Dewamkirina qedexeya PKK'ê dijberiya çareseriyê ye
KONGRA GEL: Dewamkirina qedexeya PKK'ê dijberiya çareseriyê ye
KONGRA GEL di salvegera 20. de banga rakirina qedexeya PKK'ê li Elmanyayê kir û got, "Dewamkirina qedexeyê tê wateya dijberiya çareseriyê." KONGRA GEL ji Kurdan xwest ku beşdarî meş û mîtînga 16'ê Mijdarê bibin û peyameke xurt bidin.
Hevserokatiya KONGRA GEL der barê qedexeya PKK'ê ya 20 sal in li Elmanyayê tê meşandin û meşa rêxistinên civakî yên sivîl ên Elman li dijî qedexeyê li Berlînê lidar dixe, daxuyaniyek nivîskî weşand.
DEWAMKIRINA QEDEXEYÊ DIJBERIYA ÇARESERIYÊ
KONGRA GEL diyar kir ku sedema bingehîn a israra dewleta Tirk di polîtîkayên ewlekariyê de, alîkariya hêzên navneteweyî, bi taybetî jî alîkariya Elmanya ji bo hikûmet û dewleta Tirk e û got, "Di çarçoveya van polîtîkayan de Elmanyayê beriya 20 salan PKK qedexe kir. Qedexeya PKK'ê tê wateya dijberiya çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji ber ku hêza herî rêxistinbûyî ya gelê Kurd a pirsgirêka Kurd xist rojevê û çareseriyê ferz dike, PKK ye."
KONGRA GEL da xuyakirin ku qedexekirina PKK'ê ji aliyekî ve rê li ber dwama şerê qirêj û mezinbûna windahiyên giran vedike, li aliyê din jî dibe sedema zextên giran ên li civaka Kurd a li Elmanyayê û di warê madî û manewî de travmayên giran bi xwe re tîne.
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YA ELMAN JÎ RÊ LI BER GELEK ÊŞAN VEKIR
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ger ji vî alî ve rewş were nirxandin, hingî dewleta Elman jî di çarçoveya qedexeya PKK'ê de bi polîtîkayên xwe re yek ji berpirsyarên êşên mezin ên gelê Kurd e.
Bêguman van polîtîkayan bandoreke neyînî li demokrasî û civaka Elmanya jî kir. Civaka Elman jî ji rewşa ji ber van qedexeyan zerar dît. Van polîtîkayan di heman demê de bandoreke neyînî li entegrasyona civaka Kurd jî kir.
Pêvajoya 20 salên bihurî bi awayekî zelal nîşan dide, ku polîtîkayên dewleta Tirk ên xwe dispêrin ewlekariyê nikarin pirsgirêka Kurd biçewisîne û realîteya asta heyî çareseriya siyasî ye."
DIVÊ HIKÛMETA ELMAN NE JI ŞER RE PIŞTGIRIYÊ BIDE JI AŞTIYÊ RE
KONGRA GEL da xuyakirin ku di demeke dewleta Tirk hewl dide bi rêbaza diyalog û muzakereya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li rêyeke çareseriyê ya pirsgirêkê bigere de, dewamkirina qedexeya PKK'ê li Elmanyayê nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin û ev bang li Hikûmeta Elman kir:
"Weke welatekî ku nifûseke mezin a koçberên ji Kurdistan û Tirkiyê vedihewînin, divê hûn di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola pêşeng bileyzin. Ne ji bo şer divê hûn ji bo demokratîkbûyîneke kûr û rasteqîn pişgiriyê bidin Tirkiyê. Ji bo vê jî weke gava yekemîn divê qedexeya PKK'ê were rakirin, ku ev qedexe derfetan dide dijberên çareseriyê yên xwedî berjewendiyan. Gaveke bi vî rengî hem wê ji bo Elmanya hem jî ji bo gelên Kurd û Tirk bibe destpêka pêvajoyeke nû."
DI 16'Ê MIJDARÊ DE LI BERLÎNÊ BIN
KONGRA GEL bal kişand ser peyama meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Berlînê, ku wê bide raya giştî, hikûmet û parlamenta Elmanyayê.
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Berlînê ku ji aliyê dostên Elman ve tê organîzekirin û gelek sazî û rêxistin piştgiriyê didinê, em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, demokrat, pêşverû, aştî û demokrasîxwazên Tirkiyeyî dikin ku beşdar bibin. Bi beşdariyeke xurt em dikarin rakirina qedexeya PKK'ê têxin rojeva Elmanyayê.
Li ser navê eniya aştî, demokrasî û azadiyê, gelekî girîng e ku ev peyam bi xurtî li Berlînê were dayîn: 'Qedexeya PKK'ê ya li pêş çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka gelê Kurd rakin, piştgiriyê bidin çareseriya demokratîk û aştiyane.'"