Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî civiya
Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî civiya
Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî civiya
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd piştî du mehan ji nû ve li paytexta Herêma Federal Başûrê Kurdistanê Hewlêr kom bû. Di kombûna ji çapemeniyê re girtî de piştî kombûnê tê payîn ku gelek pirsên di rojevê dê bersiva xwe bibînin.
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd îro di demjimêr 16.00’an Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê piştî du mehan kom bû. Di nav wan de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ehmed Turk, Endamên Desteya Rêveber ya KCK’ê Ronahî Serhat, Zekî Şengalî, Parlementera BDP’ê ya Qersê û endama Komîteya Amadekariya Kongreya Netewî Mulkiye Bîrtane, Serokê Giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier, Koordînatorê Giştî yê Înîsiyatîfa Azadî Adem Ozcaner û Omer Balekî, Nîlufer Koç, û Muhamed Hacî jî ku hene, kesên wek endamê polîtburoya YNK’ê û Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Adnan Muftî û Endamê Polîtburoya PDK’ê Piştewanî Sadik ku berê ne di nav Komîteya Amadekar de bûn jî hatibûn cihê civînê balkişandin.
Tê payîn ku piştî civîna Komîteya Amadekar di daxuyaniya ji bo çapemaniyê de gelek pirsên wek, “Wê kongre di dema wê de bê lidarxistin an na?, Çima ji bo Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hatina Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê hat astengkirin? û hwd.” bersivên xwe bibînin.