Komîteya Amadekar: Civînên me dê berdewam bikin
Komîteya Amadekar: Civînên me dê berdewam bikin
Komîteya Amadekar: Civînên me dê berdewam bikin
Piştî du mehan Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê civiya. Piştî civînê Komîteya Amadekar daxuyanî da û ji ber taloqkirina kongreyê lêborîn ji gelê Kurd xwest. Her wiha Kongreya Netewî taloqî dîrokek nediyar hate kirin.
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd îro di demjimêr 16.00’an Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê piştî du mehan kom bû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk, Endamên Desteya Rêveber ya KCK’ê Ronahî Serhat û Zekî Şengalî, Parlementera BDP’ê ya Qersê û endama Komîteya Amadekariya Kongreya Netewî Mulkiye Bîrtane, Serokê Giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier, Koordînatorê Giştî yê Înîsiyatîfa Azadî Adem Ozcaner û Omer Balekî, Nîlufer Koç, û Muhamed Hacî jî beşdarî civînê bûn. Her wiha beşdarbûna kesên wek endamê polîtburoya YNK’ê û Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Ednan Muftî û Endamê Polîtburoya PDK’ê Piştewanî Sadik ku berê ne di nav Komîteya Amadekar de bûn jî hatibûn cihê civînê balkişandin.
Piştî civîna 3 demjimêran berdewam kir, Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd daxuyaniyek da û ragihand ku, “Biryar hatibû girtin ku, kongreya netewî di 25’ê vê mehê de pêkwere, lê belê ji ber sedema hinek pirsgirêkên siyasî û netemambûna amadekariyan ew nikarin di dema diyarkirî de Kongreya Netewî ya Kurd li darbixînin.”
Di daxuyaniya komîteya amadekar de hate gotin ku, “Em li ser navê hemû endamên Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ku nûnertiya partî û aliyên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê dikîn, lêborînê ji gelê Kurdistanê dixwazîn.”
Komîteyê ragihand ku, “Ji aliyekî din ve tekez li ser wê yekê dikîn ku weke Komîteya Amadekar ji bo temam kirina pêwîstiyên sazkirina Kongreyê di demeke guncaw de dê karên xwe berdewam bikîn. Hêvîdarîn ku pirsgirêk û giriftên siyasiyan bi diyalog û bi girîngî dayîna berjewendiyên bilind ên neteweyî bêne çareser kirin û ev jî ji bo sazkirina kongreyê bingehê xweştir dike.”
Komîteya Amadekar di dawiya daxuyaniya xwe de jî anî ziman ku, ji bo temamkirina pirsgirêkên heyî dê civînên xwe berdewam bikin.