Komîsyona Çareseriyê li Colemêrgê bû
Komîsyona Çareseriyê li Colemêrgê bû
Komîsyona Çareseriyê li Colemêrgê bû
Komîsyona Çareseriyê ya Meclisê piştî Cizîr û Şirnexê hevdîtinên xwe li Colemêrgê berdewam kir.
Heyeta Komîsona Çareseriyê ya ji aliyê Meclis Tirkiyê ve hatî ava kirin ji bo lêkonînên Rêyên Çareseriya Civakî û nîrxandinên pêvajoya çereseriyê îro li Colemêrgê bû
Di nava Heyeta ku serokatiya wê Parlementerê AKP’ê yê Amasyayê Nacî Bostancî diki de parlementerê BDP’ê yê Betlîsê Husamettin Zenderlioglu, ji tê de cih digirt. Heyet li Navenda Ciwan a girêdayî Walî bi nûnerên rêxistin û saziyên civakî û malbatên gerîla di jî di nav de guhdarî 18 kesan kir.
Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, Serokê Heyetê Nacî Bostancî daxuyanî da. Bostancî di daxuyaniya xwe wiha anî ziman: “ Me guhdarî malbateke li Şirnexê kurek wan li Çiya mirî guhdar kir. Bavê wî behsa bêhna destmala wî ya danî erdê ji mere kir. Ev êşekî gelek mezine. Ta niha li Tirkiyê gelek malbat û dayîk hene dema ku deriyê wan lêdide dibêjin gelo zarokên me hatin hene. Em dixwazin ku li vî welatî dema derî lêda zarok bên. Rêya çareseriyê ya herî rast eve. Rêya wê yekê akil û hestyarî ye.”
Heyeta Komîsyona Lêkolînê a Meclisê wê ji vêderê derbasî wanê bibe.