KNK: Gelê Kurdistanê hevparê xem, kul û kesera Fîlîpîniyan e

KNK: Gelê Kurdistanê hevparê xem, kul û kesera Fîlîpîniyan e

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê ji gelê Fîlîpînan re ji ber karesata Haiyanê sersaxî xwest û got, "Kurd û Kurdistanî ji ber vê felaketa dilsoj piştevaniya xelkê Fîlîpînê dike."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji ber bagera Haiyan ku li Fîlîpînan rê li ber mirina zêdeyî deh hezar mirovan vekir û gelek herêmên welêt serûbin kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji Fîlîpîniyan re sersaxî xwest.

KNK'ê bibîr xist ku bi hezaran mirovên Fîlîpîniyan ji ber vê karesatê bê şûn û war, bê nan û av mane û got, "Gelê Kurdistanê ji ber vê tûfanê hevparê xem, kul û kesera xelkê Filipinê ye. Kurd û Kurdistanî ji ber vê felaketa dilsoj piştevanê xelkê Filipinê ne. KNK sersaxiyê dide xelkê Filipinê. Hêvî dikin dinya bigihe hawara xelkê Filipinê û zûtirîn dem birînên xelkê Filipinê bêne sax kirin."

KNK'ê her wiha bang li Serokatî û Hikûmeta Kurdistana Federal jî kir ku li gorî hêz û derfetên xwe hevkariya gelê Fîlîpînan bike.