KNK'ê êrîşa bombeyî ya li Kobanê bi tundî şermezar kir
KNK'ê êrîşa bombeyî ya li Kobanê bi tundî şermezar kir
KNK'ê êrîşa bombeyî ya li Kobanê bi tundî şermezar kir
Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê êrîşa bombeyî ya li Kobanê, ku di encamê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes birîndar bûn, bi tundî şermezar kir û banga piştevaniya gelê Rojavayê Kurdistanê kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser cihê êrîşa bombeyî lê hatiye kirin û got, "Êrîş li dora du organîzasyonên xêrxwaziyê Heyva Sor a Kurd û Komeleya Mafên Mirovan hat kirin. Cihê vê êrîşê bi xwe armanc û hêza paş vê êrîşê rave dike."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku çeteyên El Qaîdeyê û dûvelokên wê Eniya El Nûsra, ku ji YPG'ê û Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbên giran xwar, bi êrîşên bombeyî berê xwe dane sivîlan ev xal destnîşan kir: " Xelkê me baş dizane ka kî li paş vê hêza kevneperest hene. Derdê van hêzên tarî ne xelkê Sûrîyeyê ye, ne jî Îslam e. Ev hêzên kevneperest bi navê Îslamê navendên fitne û fesadê ne, nokerên rejimên dagirker yên navçeyê ne."
KNK'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku hikûmeta Erdogan bi navê dewleta Tirkiyê îhaleya têkbirina tevgera azadiyê ya Kurd û Rojavayê Kurdistanê, daye van hêzên Îslam-cîhadîst û xwest Tirkiye dawî li vê desteka xwe ya ji bo çeteyan bîne.
KNK'ê ji xizmên windahiyan sersaxî, ji birîndaran re şîfa xwest û bang li gelê Kurd kir ku piştevaniya Rojavayê Kurdisatnê bike, êş û jana wan parve bike.
KNK'ê her wiha bang li hêzên navneteweyî jî kir ku êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî li ser Heyva Sor a Kurd û Komeleya Mafên Mirovan şermezar bikin.