Kesek li Mûşê hate girtin

Kesek li Mûşê hate girtin

Ciwanê 18 salî Abdullah Golbaşi ku serê sibê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, hat girtin.

Polîsan serê sibê li Taxa Kultur a Mûşê ciwanê 18 salî Abdullah Golbaşi binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Piştî lêpirsîna Golbaşi bi dawî bû polîsan ew veguhastin dozgeriyê. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dadgehê jî bi îdîaya tevlî çalakiya Kobanê bûye Golbaşi girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.