'Kes nikare navbera Muslim û gelê kurd nakokiyan derxe'
'Kes nikare navbera Muslim û gelê kurd nakokiyan derxe'
'Kes nikare navbera Muslim û gelê kurd nakokiyan derxe'
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku hin hêzên herêmî dixwazin di navbera Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û gelê kurd de nakokiyan derbixin. Xelîl, da zanîn tu plan dê nikaribin di navbera Muslim û gelê kurde nakokiyan derbixin.
Derbarê nûçeyên hin saziyên çapemeniyê yên herêmî ku dibêjin hevserokê PYD'ê Salih Muslim gotiye Tirkiyê nema piştgiriya komên çekdar ên girêdayî El-Qaîda dike, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl ji nûçegîhana ANHA'yê re axivî. Xelîl daxuyakirin ku Salih Muslim gotiye em hêvî dikin Tirkiyê dest ji piştgiriya komên çekdar ên girêdayî Rêxistina El-Qaîda berde berûvajî kirin û li gorî siyasetên xwe şîrove kirine. Xelîl, da diyar kir ku nûçe bi awayekî plankirî bi armanca nakokiyan di navbera Muslim û gelê kurd derbixe hatiye belavkirin.
Xelîl da zanîn ku berûvajîkirina daxuyaniyên Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi armanca çêkirina nakokiyê di navbera Muslim û gelê kurd de pêk hatiye û ev tişt anî ziman: "Em berûvajîkirina daxuyaniya Muslim şermezardikin û tu plan dê nikaribin di navbera Muslim û gelê kurd de nakokiyan derbixin."