KCD: Em ê li dijî avakirinên li Geliyê Dîcleyê rawestin

KCD: Em ê li dijî avakirinên li Geliyê Dîcleyê rawestin

Komîsyona Ekolojî ya KCD’ê nerazîbûn nîşanî vekirina qada Dîcleyê ya ku ji bo avakirinên da û diyar kir  ku pêkhênerên modernîteya kapîtalîst dixwazin axa bi nirx pêşkêşî saziyên rantxur û hişmendiya desthilatiyê bikin. Komîsyonê da zanîn ku ew ê li dijî vê biryarê rawestin.

Komîsyona Ekolojiyê têkildarî biryara vekirina Geliyê Dîcle ya Amedê ku ji bo avakirina xaniyan hatiye dayin daxuyaniyeke nivîskî da.

CIHÊ ZINDIYÊN RENGÎN E

Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kişand ku talankirina xwezaya Kurdistanê berdewam dike û diyar kir ku bi biryara ji bo avakirinên li Geliyê Dîcleyê jî li vê talanê zêde bû. Komîsyonê bal kişand ser cihên dîrokî yên Amedê û destnîşan kir ku gelek berhemên Amedê ji vê derê derdikevin û ev der asoya kesk a Amedê ye. KCD’ê got ku ku pêkhênerên modernîteya kapîtalîst dixwazin axa bi nirx pêşkêşî saziyên rantxur û hişmendiya desthilatiyê bikin.

AMED WÊ JI KOKÊ BÊ DERXISTIN

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi hezaran sal in gelê herêmê li vê herêmê dijî û da zanîn ku dixwazin bi van pêkanînan aboriya gelê herêmê bi xwe ve girêbidin. KCD’ê got: “Dixwazin  me ji dîroka me bikin, Amedê ji koka wê derxin, mîrasên me yên çandî û civakî ji bîra me bibin û tune bikin.”

Komîsyona Kongreya Civaka Demokratîk da diyarkirin ku ew ê li dijî vê biryarê rawestin.