Karkerên li Edeneyê rastî êrîşa nîjadperestan hatin serî li ÎHD'ê dan

Karkerên li Edeneyê rastî êrîşa nîjadperestan hatin serî li ÎHD'ê dan

Karkerên Kurd ên li Santrala Termîkê ya Navçeya Tufanbeylî ya Edeneyê dixebitîn, bi hinceta pûşiya rengê kesk, sor û zer avêtin situyê xwe rastî êrîşa karkerên nîjadperest hatin. Karkeran ji bo alîkariya hiquqî serî li şaxa ÎHD ya Amedê dan.

Karkerên Kurd ên li Santrala Termîkê ya Navçeya Tufanbeylî ya Edeneyê dixebitîn, duh bi hinceta pûşiya rengê kesk, sor û zer avêtin situyê xwe rastî êrîşa karkerên nîjadperest hatin. 6 karkerên Kurd ên ku rastî êrîşê hatin, ji bo alîkariya hiquqî serî li şaxa ÎHD ya Amedê dan. Serlêdana karkeran ji aliyê rêveberên ÎHD'ê ve hat girtin. Karkeran diyar kir ku dê giliyê kesên di êrîşan de cîh girtine li Dozgeriya Komarê ya Edeneyê bikin.