Karayilan: AKP hê bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de ye
Karayilan: AKP hê bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de ye
Karayilan: AKP hê bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de ye
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan diyar kir ku AKP’ê bi helwesta xwe ya der barê Kobanê de derbeke mezin li projeya tifaqa Kurd û Tirk xistiye û wiha got: “Niha AKP dibêje ku 6 û 7’ê Cotmehê derbe li pêvajoyê xist. Na helwesta we ya li Kobanê derbeke mezin li stratejiya tifaqa Kurd û Tirk xist.”
Fermandarê Biryargeha NPG'ê Murat Karayilan di beşa dawî ya hevpeyvîna bi rojnameya Azadiya Welat ku bi Abdurahman Gok re pêk anî, der barê şerê ku li Kobanê tê meşandin û derdorên piştevaniya vê êrîşê dikin, bêşeriya di navbera rejima Baas û DAIŞ’ê de, alîkarî û piştgiriya vekirî ya Tirkiyeyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê, rewşa dawî ya Kobanê û nîqaşên li ser Kongreya Neteweyî nirxandin kir.
Karayilan anî ziman ku êrîşa li ser Kantona Kobanê ne tenê biryara DAIŞ’ê ye û wiha axivî: "Di 15’ê Îlonê de ev êrîş destpê kirin. Min bi xwe piştî vê bi 3 rojan hin tişt anîn ziman. Me got Kobanê dê ji bo dewleta Tirk bû eynik. Tirkiye bê çiqas bi pêvajoya çareseriyê ve girêdayiye wê xuya bibe. Ya duyemîn têkiliya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re heye. Dibe Tirkiye ji encamên zextên navneteweyî bibêje “min têkilî qut kirine.” Dê xuya bibe bê ka bi rastî qut kirine yan na? Min wê demê negot tiliya Tirkiyeyê di van êrîşan de heye. Me weke tevger jî destpêkê ev negot. Lê zeman derbas bû piştî çend rojan eynik xuya bû. Yek derket holê ku Tirkiye û DAIŞ têkiliyên wan didomin û hevbeş proje pêş xistine. Dixwazin ku Kobanê bixînin. Yanî ev weke projeyeke hevbeş e. Piştî di pratîkê de me dît me êdî wek tevger got. Piştî me dît trên tê nêzî Tilebyed li wan gundan cebilxane vala dike, piştî me dît li gelek deveran çeteyên DAIŞ’ê derbasî axa Tirkiyeyê dibin û di aliyê Tirkiyeyê de tên êrîş dikin. Piştî ku hat dîtin DAIŞ’ê gundê Qeremox di aliyê Bakur de girt êdî diyar bû. Jixwe di hin dîmenên zindî de derbasbûna wan a xaka Rojava hat dîtin. Piştî girtiyên konsolxaneya Mûsilê hatin berdan têkiliya Tirkiye û DAIŞ berbiçav xuya bû, hingê me got dewleta tirk di nava vê planê de ye. Biryar biryara Tirkiye û DAIŞ’ê ya hevbeş e. DAIŞ dixwaze Kobanê bigire û Reqa ji xwe re bike navend. Tirkiye jî dixwaze Kobanê bikeve û plana xwe ya tamponê pêşkêşî raya giştî bike da ku Kantonan vala derxîne."
TIRKIYEYÊ DI VEKIRINA KORÎDORÊ DE POLÎTÎKAYA MIJULKIRINÊ PÊK ANÎ
Karayilan bal kişand li ser têkiliyê di navbera PYD'ê, Tirkiyeyê û wiha axaftina xwe domad: "Di dema êrîşên DAIŞ’ê de agahiyên me hene ku PYD serî li dewleta Tirk dixe û dibêje; “Va yeli Kobanê şer heye, em dixwazin di navbera Cizîrê û Kobanê de destûra korîdorekê bidin me.” Ew jî dibêjin; “baş e em ê bidin.” Taloq dikin çend roj derbas dibe îcar Salih Muslim dawetî Stenbolê dikin. Li Stenbolê bawer im Ferîdun Sînîrlîoglu (Musteşarê Wezareta Karên Derve) pêre rûdinê. Dibêje; “daxwazên we çi ne” ew jî dibêje; “vekirina korîdorekê ye.” Dewlet jî dibêje; “temam korîdor dê vebe hûn heyetên xwe yên Kobanê, Cizîrê û Qamişloyê destnîşan bikin, telefonên wan bidin me bila eleqe çêbibe korîdor vebe. Û bi qasî îmkan heye bila ji were bê kirin.” Ew jî man, man, man û pêk nehat. Çima dewleta tirk hem soz dide hem jî pêk nayine. Ihtîmalek mijûl bike ku ji bo bikeve. Ihtîmala duyemîn mimkun e ku Erdogan (Serokomar) piştre mudaxele kiribe. Lewre soz didin pêk nayê. Bi van helwestên xwe AKP’ê derb li deklerasyona Serok Apo ya di Newroza 2013’yan de weşand ku ruhê wê yê esasî tifaqa Kurd û Tirk bû xist."
AKP’Ê XWEST GELÊ KURD LI KOBANÊ BIFETISÎNE
Karayilan di axaftina xwe de tifaqa Kurd û Tirk nirxand û wiha got: "AKP bi van helwestên xwe yên li Kobanê derbeke mezin li vê projeya tifaqa Kurd û Tirk xist. Bi şêwazekî aşkera xwest însanên Kurd li Kobanê bên xeniqandin." Rabû got; “Ji bo me Heleb girîngtir e.” Niha AKP dibêje ku 6 û 7’ê Cotmehê derb li pêvajoyê xist. Na helwesta we ya li Kobanê derbeke mezin li stratejiya tifaqa Kurd û Tirk xist. Ev pir mijareke girîng e. Bi vê aşkera bû ku biryar ne ya DAIŞ’ê ye. Heta belkî DAIŞ hat şemitandin. Lewre DAIŞ jî dizane di heremê de hêza ku kare li hemberî DAIŞ’ê bisekine YPG ye. Heqîqeten DAIŞ hêzeke xwe yî şer heye; lê di pratîkê de derket holê ku YPG û YPJ jî asteke xwe yê wiha heye. DAIŞ bi hezaran însanên xwe di wir de winda kir. Rast e belkî YPG jî pir şehîd dan; lê DAIŞ li wir winda kir. Wisa dixuye Kobanê ji bo DAIŞ’ê dibe gor. Destpêka tunebûna wan dixuye ku li Kobanê dest pê kiriye. Mirov dikare bibêje Tirkiyeyê DAIŞ şemitand wir."
XWESTIN LEKEYÊ LI STRATEJIYA KURD BIXIN
Karayilan got ku DAIŞ wekî projeyeke dagirkeriya kûr tê meşandin û wiha berdewam kir: "Vê tenê em bi Tirkiyeyê ve girênadin. Hêzên ku li ser Kurdistanê dagirkeriya wan heye bi şiklekî rola wan heye. Pir aşkera ye Sûriye jî, Îran jî û Tirkiye jî xwestin ku Kobanê bikeve. Dixuye ku hêzên li ser Kurdistanê dagirkeriyê dimeşînin di şexsê Kobanê de xwestin siyaseta kurd li erdê bidin. Bi taybetî jî tevgera Apocî bi mudaxeleya Şengalê prestîjeke mezin bi dest xist. Hinekan xwest îmaja YPG’ê, hinekan xwest a HPG’ê xirab bibe. Ji ber vê xwestin li Kobanê di şexsê YPG’ê de dersekê bidin me kurdan hemûyan. Li hemberî vê berxwedana Kobanê çêbû. Te berxwedana Şengalê jî dît tu çûyî Kobanê te ya Kobanê jî dît. Tu jî şahidekî zindî yî. Berxwedana Kobanê pir bi wate ye. Tenê ne Kobanê parast. Şeref û rûmet û kerameta kurd li Kobanê hat parastin. Yê her çar parçeyan. Bi rastî ew sekna li Kobanê di van rojên dîrokî de sekneke pir hêja û dîrokî ye. Wan şehîdan destan ava kirin. Weke Arîn Mîrkanan, Kendalan, Zozan û Êrîşan. Di dinyayê de bandoreke mezin çêkir. Jixwe yekemîn car e bajarekî kurd wisa dengê xwe digihîjîne hemû cîhanê. Herkes jê îlham û heyecan digire."
Karayilan hevkariya çeteyên DAIŞ'ê û Tirkiyê jî nirxan û wiha dirêjî da axaftinê xwe: "Ew dîmenên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) derxistin bi rastî karekî hêja bû. Heqîqet raxist ber çavan. Tirkiye ne dewleteke ji rêzê ye. Endamê NATO’yê ye û heya niha pir hêvî li ser hebûn. Ji ber vê hêzên navneteweyî çi Amerîka çi Ewropa çi Rûsya her kesî fêm kiriye Erdogan, AKP bi DAIŞ’ê re di nav hevkariyê de ye. Bi esasî roja ku hinek dostan cebilxane amade kirin û Amerîka anî bi ser Kobanê de danîn ew bersiv bû ji bo dewleta AKP’ê. Bersiveke girîng bû. Li gorî min heya niha siyaseta Rojava ya der heqê kurdan de çi ya Amerîka çi ya Ewropayê her dem di bin wesayeta Tirkiyeyê de bû. Ji avakirina Komarê û vir ve wiha ye. Mînak di Serhildana Dêrsimê de Teşkîlata Xaça Sor konan dişîne ji bo alîkariya artêşa ku li wir operasyonan dike. Dîsa ji bo wan “kurdên hov” ji gundan bînin bajaran “kedî” bikin. Her dem siyaseta kurd a van dewletan di parzûna Tirkiyeyê de derbas dibû. Yekemîn car e li Kobanê siyaseta Rojava ji Tirkiyeyê qetiya ji bin wesayeta Tirkiyeyê derket. Bi rastî berxwedana Kobanê gelek tişt derxistin holê. Ez texmîn dikim bi şêwazên cuda cuda tiştên pêwîst ji AKP’ê re tên gotin."
Karayilan di dewama axaftina xwe de balkişand li ser berxwedana li ser sînor û ev tişt gotin: "Esas di dema ku gelê Bakur rabû de DAIŞ hat sekinandin. Heya 13-14’ê Cotmehê wekî hevsengiyek çêbû piştre YPG’ê hin der xistin destên xwe. Tabî piştevaniya gelê me rolê xwe lîst. Dîsa di warên teqtîk de belkî hevalên YPG’ê bi zanebûn nekirin; lê bi qedeme qedeme şer kirin heta gihîştin bajar. Piştre di bajar de sekinandin û niha jî dixwazin bi pêş de herin. Ev mijarên ku dişibînin Stalîngradê ev e. Stalîngrad jî eynî wisa ye. Destpêkê artêşa Sovyet êrîşên leşkerên Hîtler giran dikin. Jê re dibêjin teqtîka Panfîlof. General Panfîlof dixwaze êrîşê her giran bike. Li her deverekê cepheyekê çêdike 3 rojan şer dike wan diwesitîne û paş ve vedikişe. Heta pêş Moskov û Stalîngradê tê. Belkî li Kobanê wiha ne bi zanebûn bû; lê wek xwezayî wiha çêbû. Bi rastî jî ji gelek hêlan ve dişibe Stalîngradê. Wê çaxê jî Sovyet, Îngilistan, Amerîka û Fransa bi hev re bûn. Yanî cepheyê demokrasiyê hebû piştevaniya Stalîngradê dikirin. Îro jî cepheyeke ku dişibe wê çêbûye. Li Kobanê niha bêguman rewşa YPG’ê xurt xuya dike.
HATINA PÊŞMERGE Û ARTÊŞA AZAD DI ALÎ PSÎKOLOJÎK DE TESÎR LI DAIŞ’Ê KIR
Hatina Pêşmergeyan û hin endamên Artêşa Azad jî tesîra xwe heye. Lê hêzên pêşmerge tenê yên pispor ên çekên giran in. Jixwe yên Artêşa Azad jî hindik in. Dîsa cardin esas bar li ser YPG û YPJ’ê ye. Li gorî me bihîstiye ev çend roj in her bi pêş ve diçin. Şerê bajar e. Ev şer mal bi mal e kolan bi kolan e. Ev raber dike ku dê her biçin bi pêş ve herin.
DIVÊ LI SER KONGREYÊ BÊ XEBITANDIN
Karayilan li ser Kongreya Neteweyî jî axivî û wiha pêde çû: "Berî niha bi 3 salan ez bi xwe bi birêz Mesûd Barzanî re ji bo karê Kongreya Neteweyî axivîm. Me soz dida hev ku em vê salê bikin sala yekitiya neteweya Kurd. 2 salan wisa sozdayîn çêbû lê nebû. Piştre di 2013’yan de careke din hevdîtineke me çêbû. Di wir de me aşkera got ku Serok Apo ji bo 4 kongreya peyam daye. Yek ji bo Kurdên derveyî welat, yek ji bo Kurdên Bakur, yek yê Tirkiyeyê yek jî ya Neteweyî. Em dixwazin tevde bikin ger hûn jî amade bin. Kek Mesûd got, temam em amade ne. Min jî got naxwe em heyet çêbikin em û we û YNK’ê di nava xwe de li ser xetên qalind nîqaş bikin em bigihîjin hev û piştre em aşkera bikin û bang li hemû rêxistinan bikin. Ev jî qebul kirin. Heyeta amadekarî çêbû li ser delegeyan, li ser serokatî be yan na nîqaş çêbûn, yek jî di vê meseleya Rojava de jî çareserî çênebû wisa xetimî. Niha karekî wisa Kongreya Neteweyî li ser me ferz dike. Em wek siyasetmedarên kurd bi giştî ji vê berpirsiyar in. Bala xwe bidinê niha di qada parastinê de di asta jêr de wek hevbeşiyek çêbûye. Dîsa pirsgirêkeke esasî ya din mijara Rojava bû, li Dihokê li hev rûniştin û di nav xwe de hevpeymanek çêkirin. Niha mecal ji bo gavên Kongreya Neteweyî li cihê mayî didome. Eynî ew lijne jixwe gihîştibû xala dawî. Dikare di wir de bidome û biçe encamê."