Kampên koçberên li Başûr di nav avê de man

Kampên koçberên li Başûr di nav avê de man

Kampên koçberên Rojavayî yên li Başûrê Kurdistanê, ji ber barana dijwar di nava avê de mane. Li kampan pêdiviyên jiyanî yên biçûk jî nayên bicîhanîn.

Koçberên li kampa Korkosk a ku ji 2 hezar 400 konan pêk tê ya li nêzî Hewlêrê û kampa Erbet a li nêzî Silêmaniyê ji barana dijwar a di çend rojên dawî de, di nava avê de man.

Şêniyên kampan diyar kirin ku ji ber baranê kamp di nava av û heriyê de mane, şêniyên kampan nikarin pêdiviyên xwe bicîh bînin û gelek zehmetiyan dikişinin. 

Şêniyên kampa Korkosk diyar kirin ku rewşa jiyanî ya di kampan de gelekî xirabe û gotin ku konên kampa wan ji sermayê naparêzin. Koçberan diyar kirin ku gelek konên wan  di nava golên avê de mane, her wiha hemû kamp di nava heriyê de mane.

Koçberên li kampa Erbet jî destnîşan kirin ku kampa wan ji bo havînê hatiye amadekirin, lewre pêdiviyên zivistanê nehatine bicîhanîn û niha gelek tengasiyan dikişinin.

Li Başûrê Kurdistanê gelek kampên koçberên ku Rojavayê Kurdistanê hatine hene.

Ev kamp nêzî parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê hatine çêkirin û piraniya wan jî li ser erdên çandiniyê hatine avakirin.

Ji ber vê yekê jî şêniyên van kampan gelek pirsgirêkan dijîn û pêdiviyên jiyanî yên herî biçûk jî nayên pêşwazîkirin. Di encamê de jî gelek nexweşî belav dibin.