Jinan li konbarajê Kobaniyan Mala Kedê ya Jinan vekir

Jinan li konbarajê Kobaniyan Mala Kedê ya Jinan vekir

Li konbajarê li navçeya Pirsûsa Rihayê ji bo penaberên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn hatiye vedan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan Mala Kedê ya jinan hate vekirin. Ji bo xebatên jinên Kobanî xurtir bibin û bi bandortir bibin banga destekê kir.

Li konbajara Kobanê ya ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku ji bo penaberên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyan û derbasî Bakurê Kurdistanê bûne hatiye vedan, bi armanca jinên penaber bikarin alîkariya hev bikin Mala Kedê ya bi navê Şehîd Kader Ortakaya hate vekirin. Jinên ku heta danê nîvro pêwîstiyên jinên di konbajar de dimînin, danê êvarê jî li Mala Kedê ya Jinan a Kader Ortakaya xebatên xwe dimeşînin. Heta niha 50 xebatkarên Mala Kedê ya Jinan hene. Jin di vê malê de ristik, tesbî, û amûrên xemilandinê çêdikin û stranên ku li ser Kobanê çêkirine dibêjin.

JI BO PIRSGIRÊKÊN HENE DIXEBITIN

Jinan da zanîn ku ji bo jin bikarin bi awayekî xurtir bixebitin û pirsgirêkên wan bêne çareserkirin, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Jina bi navê Fatma Elî (20) ku di mala kedê de dixebite, got ku ew hewl didin ku pirsgirêkên jinan ên li konbajar çareser bikin û diyar kir ku bi vî awayî di jiyana komunal de cihê xwe digirin. Fatma Elî got ku ev xebata wan dilê hemû jinên li konbajar xweş dike û got: ''Li pêşiya me zivistan heye. Alîkarî negihiştiye gelek kesan. Em yên ku nikarin alîkarî werbigirin, ji bo ji şert û mercên zivistanê bandor nebin, dixebitin. Em 24 saetan difikirin ku dikarin çi bikin.” Fatma Elî da diyarkirin ku wan ti carî hêviya xwe ya ji bo Kobanê winda nekiriye.

'JI BO KEDÊ BIDIM GELÊ XWE DIXEBITIM'

Heyfa Xazî (17) jî diyar kir ku ji bo pêwîstiyên gelê xwe tişta ji destê wan tê dikin û da zanîn ku hemû tiştên ku ji bo gelê xwe dike wê kêfxweş dike. Xazî got: ''Çi tiştên dizanim û fêr bûme, dixwazim bikim. Ji ber ku herî zêde ez dikarim sako çêbikim, ez sako çêdikim. Ev yek min gelek dixweş dike.” Heyfa Xazî ragihand ku ew 4-5 rojan sakoyek çêdike.

'JI BO XEBATEKE BIHÊZTIR PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYA LEZGÎN HEYE'

Berpirsa Mala Jinan Wehîde Ehmed (50) ku dayika 7 zarokan e, da diyarkirin ku wan ji bo çare ji pirsgirêkên jinan re bibînin  vê malê vekirine û da zanîn ku ji ber ku di destê wan de makîneya dirûnê tune ye, ew li rastiyê zehmetiyan tên. Ehmed destnîşan kir ku gelek jinên li vê malê dixebitin ji makîneyên dirûnê fêm dikin, lê pêwîstiya wan bi makîneyan hene. Ehmed got: " Her jinek rojê du saetan dixebite. Niha ji morîkan bazin û tiştên din çêdike.''