Ji Weqfa Dîcle ya li Bûrsa ji bo Kobanê alîkarî
Ji Weqfa Dîcle ya li Bûrsa ji bo Kobanê alîkarî
Ji Weqfa Dîcle ya li Bûrsa ji bo Kobanê alîkarî
Weqfa Dîcle ya li Bûrsa, ji bo Kobaniyên piştî êrîşên çeteyan li konbajarên Pirsûsê bi cih bûn, 2 TIR’en tijî kelûpel şandin.
Kampanyayên alîkariyê yên ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ hatin Pirsûsê, li konbajaran bi cih bûne didomin. Ji banga seferberiyê ya hat kirin re piştgiriyek jî ji Kurdên Bûrsa hat. Weqfa Dîcle ya li Bûrsa xebatan dimeşîne, 2 TIR kelûpelên ji bo Kobanê kom kirin û teslîmî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava kirin.
Betaniye, sobe, mama zarokan, cil û bergên hatin komkirin ji aliyê Serokê Weqfê Abdulrezak Ayhan ve radestî rayedarên komeleyê hatin kirin.

