Ji Seydayê li Swêd dijî ji bo Kobanê piştgiriyeke bi wate

Ji Seydayê li Swêd dijî ji bo Kobanê piştgiriyeke bi wate

Seyda Ramazan Dogan ê Nisêbînî ku li Swêd dijî, 50 hezar Kron ji bo welatiyên Kobanê yên hatine Pirsûsê radestî Komeleya Alîkariyê ya Rojava kir.

Seyda Ramazan Dogan ê Nisêbînî ku li Swêd dijî ji welatiyên Kobanê yên hatine Pirsûsa Riha 50 hezar Kron radestî Komeleya Alîkariyê ya Rojava kir. Dogan ê li vir axivî got ku divê rûyê rastî yê çeteyên ku di bin navê Misilmantiyê de êrîşî Kurdan dikin baş bê zanîn. Dogan axaftina xwe wiha domand, “Divê her kes piştgiriyê bide. Tenê destek nabe, çi ji destê kê bê divê bike.”

Faruk Tatali yê li ser navê komeleyê 50 hezar Kron ji Dogan wergirt, ji bo nêzîkatiya Seyda ew spas kir û xwest ev ji her kesî re bibe mînak.