Ji saziyên civakî protestoya ji bo Geliyê Dîcle

Ji saziyên civakî protestoya ji bo Geliyê Dîcle

75 rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê bertek nîşanî biryara Desteya Parastina Axa Bajar a 7 hezar û 517 donum eraziyê Geliyê Dîcle ji asta çandîniyê derxist dan. Nûnerê rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew destûrê nadin çavkaniya jiyana bajar ji rantê bêdayîn û divê hemû kes li hemberî vê yekê baldar be.

75 rêxistinê civakî yên sivîl bertek nîşanî biryara Desteya Parastina Axa Bajar a 7 hezar û 517 hezar eraziyê çandîniyê yê li Geliyê Dîcleyê ji asta çandîniyê derxist dan. Daxuyaniya hevpar a saziyên sivîl ên civakî ji aliyê Alîkarê Serokê Odeya Pîşe û Bazirganiyê yê Amedê Metîn Aslan ve hate xwendin.

GELÎ BI SEDAN SALAN WEKE QADA ÇANDÎNIYÊ TÊ BIKARANÎN

Aslan diyar kir ku Geliyê Dîcleyê yê weke çavkaniya jiyana bajar bi hezaran salan weke qada çandîniyê tê bikaranîn û li gel mudaxeleyên lokal ên li gel trîterên parastina UNESCO'yê yên weke ozgunluk, tevahî û otantîk hebûna xwe heya îro parast.

PÊVAJOYA UNESCO DI BIN RÎSKÊ DE YE

Aslan anî ziman ku bi plana ji UNESCO'yê re hat pêşkêşkirin hem rêveberiyên heremî û hem jî hikûmeta navendî soza wê çawa biparêzin da lê li hemberî vê yekê Desteya Parastina Axa Bajar bi biryara girtî qada çandîniyê ji rantê re vekir û wiha got: "Bi vê biryarê wê serastkirinên nû û rê li avakirina avahiyên nû veke. Ev biryar wê otantîkbûn, xweserî û tevahiya qadê ya hezaran salan a eko-sîstemê xirab bike." Aslan da zanîn ku ev biryar wê pêvajoya UNESCO ya ji bo Amed û Tirkiyeyê gelek girîng bêxe rîskê.

'DIVÊ WEZARET VÊ BIRYARÊ ERÊ NEKE'

Aslan bilêv kir ku desteyê bi biryara girtiye derketiye derveyî peywira xwe û divê Wezîrê Çandînî û Sewalkariyê Mehdî Eker vê biryarê erê neke. Aslan destnîşan kir ku ew weke rêxistinên sivîl ên civakî wê li hemberî hemû geşedanên pêvajoya UNESCO'yê derkevin.