Ji Platforma Yekitiya Hêzê banga rakirina qedexeya PKK'ê
Ji Platforma Yekitiya Hêzê banga rakirina qedexeya PKK'ê
Ji Platforma Yekitiya Hêzê banga rakirina qedexeya PKK'ê
Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî xwest qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê bê rakirin û qanûnên 129 a/b werin betalkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan nikarin bê astengkirin û hat destnîşankirin ku li gel hemû qedexeyên li Elmanyayê jî, gelê Kurd têkoşîna xwe xurtir kiriye.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku di 26'ê Mijdara 1993'an de bi pêşniyara Wezîrê Karên Hundir ê hingî Manfred Kanther, xebatên PKK'ê li Elmanyayê hatin qedexekirin û hat gotin, "Bi vê biryarê re, zextên giran li sazî û komeleyên Kurd ên li Elmanyayê hatin kirin. Gelek Kurd ji ber nêrînên xwe yên siyasî hatin girtin, bi salan di girtîgehan de hatin ragirtin. Zarokên biçûk ên diçûn dibistanan jî ji ber ku li deftera xwe gotina PKK dinivîsand, der heqê wan de doz hatin vekirin. Ji ber ku di meşan de flamayên Kurdan temsîl dikin hilgirtin, der heqê gelek mirovan de doz hatin vekrin, meş û çalakiyên Kurdan ji ber vê qedexeyê hatin betalkirin, di êrîşên li van meşan de bi sedan mirov hatin binçavkirin."
Di dewam daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di 20. salvegera qedexeya PKK'ê de em dixwazin qedexeyên li ser PKK û rêxistinên li Elmanyayê werin rakirin, qanûnên 129 a/b werin betalkirin û dozên ji ber van qanûnan li dijî aktîvîstan hatine vekirin, bên betalkirin. Çawa ku dewleta Tirk bi zextên xwe yên faşîst, komkujî û sirgunan nekarî pêşî li têkoşîna gelê Kurd û şoreşgeran bigire, Elmanya jî dê bi van qedexeyan nikaribe pêşî li têkoşînê bigire. Ev 20 sal in îspat bûye ku bi qedexeyan re ev têkoşîn nayê astengkirin.
Em bang li hemû kedkarên xwecih û koçber dikin ku ji bo rakirina qedexeya PKK'ê destekê bidin meşa 16'ê Mijdarê ya li Berlînê, propaganda wê ya aktîf bikin û bi çalak beşdar bibin.
Banga me:
Bila qanûnên 129 a/b yên "têkoşîna li dijî terorê" yên li Elmanyayê bên betalkirin. Hemû qedexeyên ji ber vê qanûnê bên rakirin.
Bila di salvegera 20. de qedexeya PKK'ê were rakirin, hemû dozên ji ber vê qanûnê bên rawestandin.
Bila Kurd li Elmanyayê weke civateke cuda ya koçberan bên dîtin û nasnameya wan were qebûlkirin."