Ji Mûşê 10 girtiyên jin hatin surgunkirin

Ji Mûşê 10 girtiyên jin hatin surgunkirin

Li Girtîgeha Mûşê 10 girtiyên jin surgunî girtîgehên Erzîrom û Enqereyê hatin kirin. 

Li dû raperîna 28'ê Cotmehê ya Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, surgunên destpê kirin dewam dikin. Piştî ku di 8'ê Mijdarê de 61 girtiyên ji doza PKK'ê surgunî Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hatin kirin, 10 girtiyên jin jî surgunî Girtîgeha Tîpa T Oltû ya Erzîrom û Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan a Enqereyê hatin kirin.

Ji girtiyan Gûrbet Çakar surgunî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, Mûkaddes Çelîk, Zelîha Belge, Yuksel Yaşar, Leyla Sonkûr, Ayşe Ûlaş, Seyran Demîr, Naîme Tûcî, Necîbe Armî, Necla Çorûh jî surgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Otlû hatin kirin.