Ji Mêrdînê 50 girtî surgunî Tekîrdagê hatin kirin

Ji Mêrdînê 50 girtî surgunî Tekîrdagê hatin kirin

Ji Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê 50 girtî, bi hinceta li girtîgehê "cih nîne" bi balafirê surgunî Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hatin kirin. Bi vî rengî hejmara girtiyên siyasî yên di du rojên dawî de hatin surgunkirin derket 138'an.

Li gorî biryara Wezareta Edaletê, surgunkirina girtiyên siyasî yên li Kurdistanê ji bo girtîgehên bi hezaran kîlometre dûr, dewam dike.

Îro danê sibê 50 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê bi balafirê birin balafirgeha Çorlû. Girtî li vê derê bi tedbîrên tund ên leşkerî ji balafirê hatin peyakirin. Girtî dûre bi wesayîtên rîngê yên girtîgehê li Girtigeha Tîpa F ya Tekîrdagê hatin bicihkirin ku 1625 kîlometre dûrî Mêrdînê ye.

DI NAVA ÇEND MEHAN DE ZÊDEYÎ 500 GIRTÎ HATIN SURGUNKIRIN

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di nava çend mehan de ji Amedê 275, ji Mûşê 70, ji Mêrdînê 50 bi giştî 395 girtiyên siyasî surgunî Tekîrdagê hatin kirin. 49 jê di du mehên dawî de bi giştî 61 girtiyên siyasî ji Wanê surgunî girtîgehên Mûş, Kastamonû, Zîle û Gîresûnê hatin kirin.

Di 11'ê Mijdarê roja Duşemê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê 72 girtiyên ji doza PKK'ê surgunî Bandirmayê, ji Êlihê jî 16 girtî surgunî Tekîrdagê hatin kirin ku 1700 km dûrî Êlihê ye.