Ji Girtîgeha Mûşê 61 girtiyên siyasî hatin sirgûn kirin

Ji Girtîgeha Mûşê 61 girtiyên siyasî hatin sirgûn kirin

Ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mûşê 61 girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Tekîrdagê kirin. Hate hînbûn ku li dijî sirgûnên girtîgehan, girtiyên din ên siyasî ên jin bidorveger dest bi çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî kirine.

Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mûşê ku hefteya borî di mijara binpêkirina mafan, muameleya xirab û zextên li dijî girtiyên siyasî ên jin ketibû rojevê, 61 girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Tekîrdagê kirin. Hate diyarkirin ku, di demjimêrên şevê de dest bi sirgûna girtiyan kirine. Hate hînbûn ku, girtiyên din ên siyasî ên jin ji bo bertekê li dijî van sirgûnan bidin diyarkirin dest bi çalakiya dorveger ya birçîbûna 3 rojî kirine.