Ji Fermandariya Botanê hişyariya nêçirvanî û birîna daran
Ji Fermandariya Botanê hişyariya nêçirvanî û birîna daran
Ji Fermandariya Botanê hişyariya nêçirvanî û birîna daran
Fermandariya Herêma Botanê ya HPG'ê da xuyakirin ku li derdora Çiyayên Cûdî û Gabarê bi zanebûn dar tên birîn û der heqê birîna daran û nêçirvaniyê de hişyarî da.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser mijarê de wiha hat gotin: "Qetilkirina xwezayê ya li qada me ya Botanê ji aliyê artêşa TC ya dagirker ve tê birêxistinkirin, bi taybetî bi birîna daran dewam dike. Her wiha li qadên Çiyayên Cûdî û Gabarê bi zanebûn karê nêçirvaniyê tê kirin. Divê li vê herêmê kes nebe parçeyek ji vî karê birîna daran û nêçirvaniyê. Yê ku vê bike, dê sûç kiribe."