Ji Eyşê Efendî banga 25’ê Mijdarê: Dema xwedîderketina li berxwedanê ye

Ji Eyşê Efendî banga 25’ê Mijdarê: Dema xwedîderketina li berxwedanê ye

Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî ku ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê li konbajaran dimîne, bi jinên Kobanê re hate cem hev û got: “Xweşikbûna we ji azadiya me tê.’ Efendî banga tevlîbûna 25’ê Mijdarê kir û da zanîn ku divê ji bo xwe, Rojava, Şengal û Kobanê xwedî li têkoşîna xwe derkevin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî diyar kir ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li hember Jinê îsal diyarî jinên Şengal û Kobanê dikin û banga tevlîbûn çalakiya ku li sînor wê pêk bê kir.

Efendî bi jinên Kobanê yên hatin Pirsûsê re hate cem hev û got ku divê her kes piştgiriyê bide çalakiyên 25’ê Mijdarê. Efendî û rêveberên Kantonê çûn konbajarê Kader Ortakaya û  li konê perwerdeyê bi jinan re hate cem hev. Efendî got: “Gelek jin şîdetê dijîn. Em hemû şahidê vê ne. Şîdeta herî mezin me li Şengal û Kobanê jiya. Ji ber vê jî divê em bêjin êdî bes e."

LI DIJÎ ŞÎDETÊ XEBAT

Efendî diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê li gelek cihan xebat dane destpêkirin û got: “Em ne xerîbê vê rêyê ne. Em hemû şahidê vê şîdetê ne, em hemû mexdûr in. Em bi jinên Bakur re hewl didin bibin alîkarê hev. Li dijî şîdetê me xebat daye destpêkirin. Şîdeta li jinê têkirin tê înkarkirin. Şîdet li ser jinên Şengalê destpê kir. Em vê şîdetê şermezar dikin."

DIVÊ EM BIBIN NAVÊ AZADIYÊ

Efendî got ku di têkoşîna azadiya Kurd de cihê jinan gelek girîng e û got: “Nîvê cîhanê jin in, jin jiyan e. Rêber Apo nkara li ser jinan qedand. Em jin divê vê ferq bikin. Divê em ji bo azadiya wî bixebitin. Divê em bi fikr, nîqaş û têkoşîna xwe şîdetê red bikin. Azadî ruhê jiyanê ye. Divê em bibin navê azadiyê. Jin xweşkbûna xwe ne ji xweşkbûna rûyê xwe ji azadiya xwe digire."

Efendî di berdewamiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû kes tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin û xwedî li têkoşînê derkevin.

Efenî û kesênên li gel piştre çûn konbajarê Rojava û Arîn Mîrxan û bi jinan re hatin cem hev.