Ji DÎDF’ê ji bo Kobanê piştgirî

Ji DÎDF’ê ji bo Kobanê piştgirî

Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokartîk (DÎDF) alîkariyên ku li Elmanyayê berhev kiribûn anîn Pirsûsê û teslîmî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re kirin. Seroka Giştî yê DÎDF’ê ya Elmanyayê Zeynep Sefariye Ekşî got: “Ji bo piştevaniya bi Kobanê re piştgiriya ji bo wan peywira me hemûyan e.

DÎDF alîkariyên ku li Elmanyayê berhev kiribûn anîn Pirsûsê û teslîmî Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Hevşaredar Zuhal Ekmez û rayedarên Komeleya Piştevaniya ji bo Rojava kir. Di heyeta DÎDF’ê de muzîkjen Mîkaîl Aslan, endamên meclîsa şaredariya Partiya Çep a Hamburgê Denîz Çelîk jî cih girt. Li ser navê heyetê Seroka Giştî ya DÎDF’ê Zeynep Sefariye Ekşî axivî û diyar kir ku li Ewropayê piştevaniya bi Kobanê re rêxistin kirine û got: “Em li Ewropayê geşedanan ji nêz ve dişopînin. Bi  vê têkoşînê nêrîna gelê Ewropayê ya li dijî Kurdan guheri. Serkeftina gelê Kobanê serkeftina gelê cîhanê ye.” Endamê Desteya Rêveber a DÎDF’ê Huseyîn Avgan got ku Kobanê planên emperyalîstên herêm xera kirine û ji got ku divê her kes piştgiriyê bidin Kobanê

Îbrahîm Ayhan got ku piştevaniya Kobanê didome û li Kobanê du rastî şer dikin, gelê Kobanê û çeteyên çavsor. Ayhan da zanîn ku ev berxwedan dikeve dîrokê.

Li aliyê din jî piştgiriyek jî bo Pira Xwişbûnê hat.  Alîkariyên ku Yekîtiya Jinên Penaber berhev kiribûn li ser navê yekîtiyê Seroka DÎDF’ê teslîmî Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez kir.