Ji ciwanan li Amedê li çar herêmên cuda çalakî

Ji ciwanan li Amedê li çar herêmên cuda çalakî

Endamên YDG-H’ê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê li semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê rê li trafîkê girtin. Polîsên hatin herêmê bi wesayîtên zirxî êrîşî ciwanan kirin. Di heman wextî de li semta Dortyol û Cadeya Sento ya Baglar jî çalakî hebûn. Ciwanên li Dortyolê wesayît rawestandin, nasname kontrol kirin. Polîsên êrîşî ciwanan kirin 2 zarok kirin bin çavan. Li Cadeya Sento jî komekê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir. Polîsên êrîşî ciwanan kirin rastî bersiva ciwanan a bi kevir û molotofan hatin.