Ji bo pitik û zarokên Kobanê kampanya
Ji bo pitik û zarokên Kobanê kampanya
Ji bo pitik û zarokên Kobanê kampanya
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava û Koordînasyona Piştevaniya Kobanê ya Pirsûsê daxuyaniyek hevpar dan û ji bo zarokên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi malbatên xwe re koçber bûne û li bajarên herêmê bi cih bûne banga alîkariyê kirin.
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava û Koordînasyona Piştevaniya Kobanê ya Pirsûsê ji bo malbatên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Kobanê hatine li Rihayê bi cih bûne bangawaziya alîkariya lezgînî kir û diyar kir ku bi taybetî di warê pêdiviyên zarok û dayikan de pirsgirêk tên jiyîn.
Hate gotin ku ji 200 hezar welatiyên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine ji wan 120 hezar welatî li navçeya Pirsûs û derûdorên wê hatine bicihkirin û piraniya wan jin û zarok in û 20 hezar zarok temenê wan di navbera 0-3 de ye û nêzî 6 hezar û 500 zarok jî di bin şert û mercên dijwar de dijîn û ew tişt hate gotin: “ Bi taybetî divê ji bo zarokan mama û şîr bi aweyeke rêk û pêk bên dayîn. Li Pirsûsê bi giştî pêdiviyê bi zaxireyê heye û xwarin û vexwarina dayik û zarokan pirsgirêka yekemîn e. Heta ku şert û mercên şer berdewam bike alîkarî divê bi awayeke rêk û pêk bê kirin. Şaredariya Pirsûsê bi derfetên kêm, di çarçoveya alîkariyên tên kirin de pêdiviyên bi cih bîne jî ji ber ku alîkarî her diçe kêm dibe zehmetî tê kişandin. Bi konbajaran pirsgirêka cih heta cihekî hatiye çareserkirin lê ji bo ku zarok di şertên baş de bên xwedîkirn pêdivî bi dergûşên zarokan hene.”
DERGUŞ, BÎBERON, ŞÎR, MAMA
Saziyên navborî di vê mijarê de bang li sazî û şexsên bihistiyar kirin û diyar kirin ku ji bo pêdiviyên zarokan ên jiyanî bên bicihanîn kampanyaya ji du beşan hatiye pêk tê dane destpêkirin û têkîldarî kampanyayê wiha gotin: “Ji bo zarokekî dergûşek û bîberonek: Şert û mercên hewayê her diçe giran dibe. Jiyana konan a ku bi şertên zivistanê her diçe zehmetir dibe û ji bo zarokan ne baş e. Ji bo ku karibin bi rehetî razên pêdivî bi dergûşan hene. Di çarçoveya kampanyayê de hedefa me ew e ku pêdiviyên zarokan a bîberon û dergûşê bi cih bînin. Dema ji bo zaroka xwe mama, şîr û bîberon dikirin yekê zêde bikirin: Dayikên ku ji ber şer koçber bûne nekarin baş xwarinê bixwin ji ber vê yekê jî nikarin zarokan baş bimijînin. Pêdiviyên xwarinê yên mezinan derengî bikeve jî ev zêde nabe persgirêk lê ji bo zarokan ji pirsgirêkên jiyanî re rê vedike. Divê her roj bi aweyeke rêkûpêk şîr û mama bê belavkirin. Ji bo zarokan pêdivî bi mama û şîr heye. Lê malzemeyên em belav bikin nîn e.”