Ji bo girtiyên nexweş 228 mûm hatin pêxistin

Ji bo girtiyên nexweş 228 mûm hatin pêxistin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), ji bo 228 girtiyên nexweş ên li girtîgehan li Dêrsim, Meletî, Sêrt, Şirnex, Êlih, Amed, Erzirom, Hatay û Îzmirê daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin ku girtiyên nexweş serbest bên berdan. Di çalakiyan de ji bo dilên nexweş find hatin pêxistin.

DÊRSIM

ÎHD'a Dêrsimê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ji Kolanan Hunerê heta Qada Azadiyê meşek li dar xistin. Di meşê de pankarta "Ne bi Tabutan bi hêviyan, ji bo girtiyên nexweş azadî. Ji bo 228 jê giran 578 girtiyên nexweş hemû şaxên me di çalakiyan de ne" hat vekirin. Piştî meşê Serokê Şaxa ÎHD'ê Gurbuz Sonmez daxuyaniyek da. Sonmez diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehan nexweşiyên girityên nexweş girantir dibin û 228 jê giran 578 girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hiştine.

Piştî axaftinan ji bo girtiyên nexweş find hatin pêxistin.

MELETÎ

Şaxa ÎHD'a Meletiyê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya Navenda PTT daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên komeleyê û gelek welatî başdarî daxuyaniyê bûn. Piştî daxuyanî hat dayîn ji bo girtiyên nexweş mûm hatin pêxistin.

AMED

Li Amedê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo girtiyên nexweş daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de nûnerên TUHA-DER'ê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê parêzerê Komîsyona Girtîgehê yê ÎHD'ê Yusuf Erdogan ve hat xwendin.

Erdogan diyar kir niha 228 jê giran 578 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. Erdogan da zanîn ku ew dixwazin ku girtiyên nexweş weke darbest bên berdan. Pîştî daxuyanî yê çalakiya 5 deqeyan rûniştinê hat pêkanîn û çalakî bi dawî bû. Her wiha ÎHD'ên Êlih, Erzirom, Hatay, Edene û Îzmîrê bi heman armancê ji bo 228 girtiyên nexweş çalakiya find pêxistinên li darxistin.

SÊRT

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Sêrtê ji bo 228 girtiyên nexweş li ber Navenda Kizilay a Kar çalakiyek li dar xistin. Li gel barana dijwar di çalakiyê de bi findan “228” hate nivîsandin. Her wiha pankarta “Em ji bo 228 girtiyên nexweş di çalakiya findan de ne” hate vekirin.

Nûnerên gelek saziyan tevlî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê ÎHD’ya Sêrtê Azad Taş ve hate xwendin. Taş da zanîn ku li girtîgehên tîpa F binpêkirinên mafan zêde bûne û bal kişand ku her çendî 14 sal bi ser derketina vê qanûnê re derbas bû, lê heta niha tu başbûnek çênebûye.  Taş da zanîn ku tecrîdên ku ev 14 sal in tên pêkanînên dibe sedema mirinan û nexweşiyan. Taş bibîr xist ku di girtîgehan de 578 girtiyên nexweş hene û ji van 228 kes giran in.

ŞIRNEX

Di çalakiya li Qada Cumhuriyetê hat li darxistin de parlamenter, hevşaredar û gelek welatî amede bûn. Serokê ÎHD'ê ya Şirnexê Emîrhan Uysal daxuyanî da û diyar kir ku ji girtiyên nexweş re azadî xwest. Piştî daxuyaniyê çalakiya 5 deqe rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dirûşma "Ji girtiyên nexweş re azadî" bi dawî bû.

Her wiha ÎHD'ên Êlih, Amed, Erzirom, Hatay, Edene û Îzmîrê bi heman armancê ji bo 228 girtiyên nexweş çalakiya find pêxistinê li dar xistin.