Ji bo gerîlayê HPG’ê Bozdemîr mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Bozdemîr mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Bozdemîr mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdulvahap Bozdemîr (Egîd Qoser) ê di 9’ê Mijdara sala 2012’an de li Şemzînan qada Xapûşkê di şerekî de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdulvahap Bozdemîr (Egîd Qoser) ê di 9’ê Mijdara sala 2012’an de li qada Xapûşkê ya Şemzînan a Colemêrgê di şerekî de jiyana xwe ji dest da li gundê Demîrler ê girêdayî Qoserê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin û mewlûd hat dayîn. Li cihê merasîmê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayê HPG’ê Bozdemîr û yên Semîra Cahferî (Destan Bêrîtan) a di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabû hatin daliqandin. Ligel wan alên PKK’ê û KCK’ê jî hatin daliqandin. Di merasîmê de di nav wan de şaredar, rêveber û endamên BDP’ê yên navçe û bajaran, nûnerên TUHAD-DER, HDK, KURDÎ-DER, Dayikên Aştiyê û MEYA-DER jî ku hebûn bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn. Piştî xwendina mewlûdê û duayan rêz hat girtin û nûnerê MEYA-DER ê Qoserê Îsa Denlî axivî. Denlî wiha got, "Ev xak bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Şehîdên me ji bo azadiya me têkoşîn pêş xistine. Em soz didin heta dawiyê têkoşîna wan pêş bixin.”
Piştî Denlî, Hevserokê BDP’ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz ev xusûs anîn ziman: "Şoreşa li Rojava bi saya şehîdên me pêş ve diçe. Eger îro em bi zimanê xwe diaxivin û çanda xwe dijîn bi saya şehîdan e.” Bavê Bozdemîr ê HPG’î Hecî Îdman Bozdemîr jî wiha got,"Egîd ne tenê şehîdê min e, şehîdê me hemûyan e.”
Piştî xwarinê mewlûd bi dawî bû.