Ji bo gerîlayê HPG'ê Akil mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Akil mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Hamît Akil (Kerim Şırnex) li Cizîrê mewlûd hat dayîn.

Di 3'ê mijdara 2012'an de di êrîşa hewayî de fermandarê HPG'ê Hamit Akil (Kerîm Şirnex), li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Hamît Akil li taxa Nurê, li mala sersaxiyê mewlûd da. Di mewlûdê de endamên meclisa şaredariyê, rêveberên BDP, MEYA-DER û xizmên malbata Akil jî di navde bi hezaran kes tev li mewlûdê bûn.

 Di mewlûdê de rêz hat girtin û pişti rêzgirtinê sirûda "Ey Raqip" hat xwendin. Di mewlûdê de rêveberê MEYA-DER'ê ya Cizîre Mele Kasim Yigit, diyar kir ku ji ber wan peqrewanê wekî Aqil winda kirine xemgîn in û ji ber ku armanca wan mezin e Hamîtek çû dê hezar Hamit bên.

Mewlûd bi xwarin û duayan bi dawî bû.