Ji bo gerîlaya HPG'ê Arîn Cîzre mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlaya HPG'ê Arîn Cîzre mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlaya HPG'ê Gerdan Oyman (Arîn Cîzre) ya li Çiyayê Cûdî di encama êrîşa hewayî de bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlaya HPG'ê Gerdan Oyman (Arîn Cîzre) ya par li Çiyayê Cûdî di encama êrîşa hewayî de ib 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. Bi sedan welatiyên li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê hatin cem hev, tevî Hevserokên BDP'ê yên Şirnexê Bakî Katar û Hamî Aktî, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredarên herêmê û endamên meclîsa şaredariyê, ber bi Mala Gel û Serxweşiyê ya Şaredariyê ya li Taxa Nûrê meşiyan.

Li dû xwendina mewlûdê girseya gel li ber sirûda "Ey Raqîp" deqeyek rêz girt. Di mewlûdê de rêveberê MEYA-DER ê Cizîrê Mele Kasim Yîgît axivî. Li dû Yîgît dayika Oyman Taybet Oyman peyivî û anî ziman ku ji ber keça wê ji bo gelê Kurd canê xwe feda kiriye, ew ser bilind e.

Mewlûd bi îkraman bi dawî bû.