Ji bo gerîla Yîgît yê 92’ê jiyana xwe ji dest da merasima leşkerî

Ji bo gerîla Yîgît yê 92’ê jiyana xwe ji dest da merasima leşkerî

Cenazeyê gerîlayê ARGK’ê yê di sala 1992’an de li navçeya Qilaban ya Şirnexê di encama pevçûna li gel leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Herêma Parastina Medyayê bimerasimek leşkerî sipartin axê.

Di sala 1992’an de li mintiqeya Deriyê Avê yê Qilabanê di navbera gerîlayên ARGK’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûnek rû da û di pevçûnê de gerîla Yûsûf Yîgît binasnav Yûsûf Pîrozî jiyana xwe ji destdabû. Cenazeyê gerîla Yîgît li Herêmên Parastina  Medyayê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve bimerasimek ya leşkerî hate veşartin.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Azad Sîser, ji fermandarên HPG’ê Şahan Amed, Sadiq Goyî, Axîn Goyî û malbata gerîlayê şehîd beşdarî merasimê bûn. Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Azad Sîser da diyarkirin ku, gerîla Yûsûf Yîgît yê binasnav Yûsûf Pîrozî li cihê sala 1992’an şehîdbûyî hatiye veşartin. Anî ziman ku, ji ber şert û mercên şer nekarîne cenaze bînin, piştî 21 salan ji bo rêhevalê xwe yê şehîdketî merasimek leşkerî li darxistin, kêm jî be hinekê wijdana wan rihet kiriye.

Azad Sîser di axaftina xwe de wiha got: “Rêhevalê me Yûsûf Pîrozî di sala 1989’a de tevlî refên gerîla dibe. Bi girêdana Rêbertî û nirxan ve tê naskirin, her wiha bi kesayetekî fedekar, kedkar, dilnizim û dînamîk derket pêş. Piştî demek kurt dibe fermandar. Bi aqlê xwe yê stratejîk û wêrekiya xwe di hemû erk û peywiran de serkeftiye. Di hemû şert û mercan de rolê xwe yê milîtantiyê bi awayek herî baş lîstiye, li ser vê cihê xwe di dilê hemû rêhevalan de bicih kiriye. Rêhevalê me Yûsûf ji roja tevlî refên gerîla bû û heya sala 1992’an şehîd ketî jî, ti deman ji fermandariya xwe ya serkeftî bernedaye, erk û berpirsyartiyên xwe bi cidiyetek mezin bicih aniye û bûye hevalek pêşeng.”

Piştî axaftina Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Azad Sîser, birayê gerîla Yûsûf Yîgît, Yûsûf Pîroz û birazaya wî Sozdar di merasimê de axivîn û gotin, “heya dilopa dawî ya xwîna xwe dê li pey şopa şehîdan bin.”

Piştî axaftinan cenazeyê gerîla Yîgît bi merasimekê hate veşartin.