Ji bo çar gerîlayan li Parîsê serxweşî hat danîn

Ji bo çar gerîlayan li Parîsê serxweşî hat danîn

Ji bo çar gerîlayên HPG'ê yên li herêma Xakurkê di 3'ê Mijdara 2012'an de di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Parîsê serdanên serxweşiyê tên qebûlkirin.

Di êrîşa hewayî de ji fermandarên HPG'ê Hamît Akil (Kerîm Şirnak) û Hakî Ûlûdag bi nasnav Hakî Ûrfa, Îlhan Yildiz bi nasnav Rêgeş Yildiz û Engîn Argeş bi nasnav Şervan Sason jiyana xwe ji dest dabûn.

Bavê Hakî Ûlûdag Bakî Ûlûdag li Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê li Parîsê serdanên serxweşiyê qebûl dike. Serdanên serxweşiyê serê sibê destpê kir û bi girseyî dewam dikin. Li Akademiyê her wiha "Koşeya Şehîdan" hat avakirin.