Ji bo 8 gerîlayên PKK'ê taziye

Ji bo 8 gerîlayên PKK'ê taziye

Ji bo 8 gerîlayên PKK’ê yên nasnameya ji aliyê Komîteya Şehîdan a PKK’ê ve bi ya 22 gerîlayên PKK’ê yên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin, li Bismil a Amedê taziye hat danîn.

Ji bo gerîlayên PKK’ê yên bi navê Mehmet Acar (Şervan), Ayhan Çelîk (Rizgar Sason), Mehmet Suer (Mervan), Fedaî Bîçîm (Şervan), Nurcan Erdem (Eylem Amed), Alaadîn Çîçek (Nurhak), Îbrahîm Yazbaş (Hawar) û Mansur Çelîk (Dilovan) ên nasnameya wan ji aliyê Komîteya Şehîdan a PKK’ê bi ya 22 gerîlayên PKK’ê re di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin, li Taxa Seyrantepe ya Bismil a Amedê taziye hat dayîn. Gelek welatî hatin taziyeyê.

Nûnerên hin partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî hatin cihê taziyeyê û ji malbatan re sersaxî xwestin.

Li mala teziyeyê wêneyên gerîlayên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, KCK’ê, YPG/YPJ’ê hatin daliqandin.

Li cihê taziyeyê ku deqeyek rêzgirtin pêk hat, Nûnerê MEYA-DER a Bismilê Suleyman Bakir axaftinek kir. Wê taziye 3 rojan bên qebûlkirin.