Ji artêşa Îranê kemîn
Ji artêşa Îranê kemîn
Ji artêşa Îranê kemîn
Ji ber kemîna pastarên artêşa Îranê di navbera gerîlayan û pastaran de şer derket, 3 pastar hatin kuştin.
Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di navbera pastarên Îranê yên kemîn danîn û gerîayan de şer rû daye. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “20’ê Mijdarê saet 20.00’an hêzên me yên gerîla yên di sînorê Îran-Tirkiyeyê de derbas dibûn bi kemîna pastarên Îranê re rû bi hatin. Hêzên me yên gerîla ku kemîn zû ferq kirin, bersiv da pastaran. Di şerê ku rû da 3 pastarên Îranê hatin kuştin.”