Îlham Ehmed: Em li benda ENKS'ê ne nakokiyên xwe bi dawî bike
Îlham Ehmed: Em li benda ENKS'ê ne nakokiyên xwe bi dawî bike
Îlham Ehmed: Em li benda ENKS'ê ne nakokiyên xwe bi dawî bike
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed diyar kir ku TEV-DEM'ê ji beriya demekê ve amadekariyên xwe yên hevpeymana Duhokê bi dawî kirine û ew li bendê ne ku ENKS'ê nakokiyên xwe bi dawî bike. Ehmed, da zanîn ew destkeftiyên hezaran salan ên gelê Kurd nakin qurbanên nakokiyên hin aliyan.
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed têkildarî hevpeymana Duhokê ku mehek li pey xwe hiştiye daxuyaniyek da ANHA'yê. Îlham Ehmed diyar kir ku ew wekî TEV-DEM'ê beriya demekê nîqaşên xwe bi dawî kirine û endamên xwe yên ji bo Lêvegera Siyasî ku xala sereke ya hevpeymanê ye diyar kirine. Îlham Ehmed got ku ew li benda Enucumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne ku endamên xwe diyar bikin da ku lêvegera ku gelê Rojava û hemû Kurd li bendê ne têkeve meriyetê.
Îlham Ehmed desnîşan kir ku hêviyên wan hene ku ENKS'ê nakokiyên xwe yên li ser kursiyan bi dawî bike û hêviyên gel xera nekin û wiha axivî: ''Hevpeymana Duhokê hêviya gelê me ya çûna ber kongreya neteweyî ve mezin kir. Em bi hêvî ne ku ENKS'ê bê ku şerê li ser kursiyan bide pêş problemên xwe yên heyî bi dawî bike. Berjewendiyên xwe yên partîtî bide aliyekî û wekî encumenekê tevbigere û endamên xwe yên lêvegerê diyar bike. Em jî dixwazin ku hêviyên gelê me yê berxwedêr xera nebe.''
Îlham Ehmed da zanîn ku ew dixwazin ku ENKS'ê roj berî roj endamên xwe diyar bike da ku civîn bê lidarxistin û got:''Em bi hêvî ne ku roj berî roj ENKS'ê nûnerên xwe diyar bikin. Lê eger hat û diyar nekirin, em ê neçar bin ku li gorî hesasiyeta rewşê tevbigerin û destkeftiyên gelê xwe ku bi hezarên salan e li benda wêne biparêzin.''
Îlham Ehmed destnîşan kir eger ku hat û ENKS'ê li hevnekirin û nakokiyên xwe çareser nekirin ew ê sîstema xwe ya rêvebirinê û avakirina civakê ku ji destpêka şoreşê destpê kirine temam bikin û wiha axavtina xwe bi dawî kir: ''Şoreş li benda kesan nasekinin, em jî divê bi lez tevbigerin û destkeftiyên gelê xwe ku hezarê salan hêvî dikin biparêzin. Dem ne dema nakokiyên teng e. Tu niyeta me nîne ku em destkeftiyên hezarên salan ên gelê xwe bikin qurbaniyên nakokiyan, li ser vî esasî jî em ê xeta xwe ya avakirinê bidomînin û em li benda ti kesî nasekinin.''