Edward Snowden, ku dema li Daîreya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) dixebitî, bi mîlyonan belgeyên veşartî yên şopandin û guhdarîkirinê parve kiribû. Hat îdîakirin, ku pêkane Edward Snowden 'hatibe revandin an jî kuştin'. Mesajeke Swowden a di dawiya hefteyê de yekser hat jêbirin û vê yekê rê li ber spekulasyonên bi vî rengî vekir.
Snowden li Rûsyayê xwedî mafê penaberiyê yê demkî ye. Parêzerê Snowden Anatolî Kûçerena da xuyakirin, ku spekulasyonên têkildarî muwekîlê wî, ne rast e. Kûçerena daxuyaniyek da û got, "Snowden dijî û tenduristiya wî jî baş e. Têkildarî wî her tişt di rê de ye."
Parêzer ji ajansa Rîa Novostî re axivî û da zanîn, Snowden hê li Rûsyayê ye û 'karê xwe' dike.