Îdiaya lêkirina Dîwarê Şermê dîsa destpê kir
Îdiaya lêkirina Dîwarê Şermê dîsa destpê kir
Îdiaya lêkirina Dîwarê Şermê dîsa destpê kir
Li Navçeya Nisêbînê "Dîwarê Şermê" ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de hatibû destpêkirin û piştî çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a 9 rojan lêkirina dîwar hat rawestandin, îro dîsa destpê kir.
Lêkirina "Dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo ku piştî çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan hat rawestadin, piştî çalakî bi dawî bû ji nûve dest pê kir. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ji bo li dijî avakirina dîwarê şerme derkeve 9 rojan çalakiya rojiya mirinê pêk anî û pêr bi tevlêbûna 10 hezaran li dijî avakirina dîwar mîtîng pêk anîbûn. Piştî mîtîngê rayedarên dewletê bi Gokkan re peyman îmze kirin û dawî li avakirina dîwar anîn, Şaredar Gokkan dawî li çalakiya xwe anî û dewrî girsê kir. Piştî meşa 7'ê Mijdarê û mîtînga BDP'ê ya li Nisêbînê dewletê dawî li avakirina dîwar anî. Bêyî ku hikûmet daxuyaniyek fermî bide gav paşve avêt û dîwar rawestand.
Lê 2 roj şûnde piştî çalakiya girseyî hat dîtin ku îro dîsa lêkirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin dest pêkir. Hat dîtin ku miksera betonê ya anîn li ser sînor, ji bo avakirina dîwar beton rokirin înşaetê. Dema beton rokirin ser înşaetê leşker û polîsan li derdora dîwar tedbîrên mezin girtin. Li gel bertek û mîtînga mezin ji ber ku dîsa avakirina dîwar dest pê kir tê payin û BDP û gel disa bertekên xwe bilind bikin.