Husiyan li Yemenê Parlemento kom kirin

Li Yemen a ku hevdîtinên aştiyê bêencam man, Husiyên ku paytext Sanaa di dest xwe de digirin û li gel hêzên ku îtifak kirine, parlemento kom kirin û biyar girtin.

Li ser banga Milîsên Hûsî yên Şîa û hêzên girêdayî Serokê berê yê dewletê Alî Abdullah Saleh ê ku li gel îtifak kirine, ji sala 2015’an ve paytext Sana kontrol kirine, ji 3’yan yekê parlementoyê kom kir. Di rûniştina ku ji 301 parlementera 91 beşdar bûn, Konseya Hikûmetê ya ku di dawiya Tîrmehê ji aliyê Husiyan ve hatibû îlankiri xist dengdanê.

Parlementerên ku beşdarî rûniştinê bûn, konseya ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ve nehatî er ê kirin xistin dengdanê.

Serokê Parlementoyê Yahya el Raî yê ji nêzîkatiya xwe ya bi Alî Abdullah Saleh re tê zanîn jî, bang li hemû parlementerên derveyî welat kir ku vegerin û beşdarî xebatên parlementoyê bibin.

Husiyên ku di sala 2014’an de paytex Sanaa xistin dest xwe de, di sala 2015’an de tevahî bajar kontrol kirin û bû sedemê Serokê Dewletê Hadî El Mansûr bireve Siûdî Erebîstanê.

Ji Adara 2015’an û vir ve di şer ê li Siûdî û Welatên Kendavê û yên din de herî kêm 6 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dane. 2,8 milyon kes jî cih û warên xwe koç kirine.

Ji bo bi dawîkirina şerê navxweyî hevdîtinên aştiyê yên li Kuwêtê hatin lidarxistin, piştî nepejirandina Hûsiyan a plana ku ji aliyê NY ve hatî pêşkêşkirin û şûn de bi dawî bibû.