HPG: Operasyona Celawla bi serkeftî encam bû
HPG: Operasyona Celawla bi serkeftî encam bû
HPG: Operasyona Celawla bi serkeftî encam bû
HPG’ê diyar kir ku operasyona li hemberî Celawla û Sadiye bi serkeftî encam bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, diyar kir ku operasyona li hember Celawla û Sadiya yên girêdayî Xaneqîn bi serkeftî encam bûye û çeteyên DAIŞ gelek windahî dane.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “23’ê Mijdarê hêzên me yên gerîla û pêşmergeyan li hember bajarokên Celawla û Sadiye yên girêdayî Xaneqîn a Kerkûkê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke hevpar li dar xistine. Di encama vê operasyona ku bi serkeftî encam bû, gelek dever ketine destê hêzên me yên gerîla û pêşmergeyan.
Di operasyona ku hêzên me yên gerîla yên HPG û YJA Star ên girêdayî Fermandariya me ya Mexmûr û Kerkûkê beşdar bûne û bi awayekî aktîf di berxwedanê de cih girtine, çeteyên DAIŞ gelek windahî dane û paşde vekişiyane.
Di encama vê operasyona hevpar de gelek deverên ketine destên hêzên me de piştî hêzên me hatine navendên girêdayî Fermandariya me dewrî pêşmêrgeyan hatine kirin.”