Heyeta Elman a çû Rojava dê çavdêriyên xwe vebêje

Heyeta Elman a çû Rojava dê çavdêriyên xwe vebêje

Komek Elman ku di nav de rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hebûn, di meha Cotmehê de çûbû Rojavayê Kurdistanê û lêkolîn pêk anî bû. Heyeta Elman dê di mehên Mijdar û Kanûnê de li gelek bajarên Elmanyayê tevli panêlan bibin û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bikin.

Panêl ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM), PYD û Platforma Piştevahiya Rojava ya Saziyên Kurd ên Elmanyayê ve tê organîze kirin û heyetê di van panêlan de çavdêriyên xwe yên li ser berxwedana gelê Rojava ku li dijî çeteyan nîşan dide, vebêje. Panêlên bi beşdariya heyetê, dê li van bajaran pêk werin:

DÛÎSBÛRG: Panêl wê di 7’ê Mijdarê roja Înê saet di 18.30 de li DGB-Haûs pêk were û rojnamevan û nivîskar Nîck Brauns û nûnerê PYD Newaf Xelîl dê tevlî bibin.

MUNCHEN: Panêl wê di 12 Mijdarê saet di 19.00 de li Eine-Welt-Haus’ê pêk were û dê ji Medîco Internatîonal Martîn Glasenapp lê amade be.

HANNOVER: 19 Mijdarê wê panêla pêk were, rojnamaven û nîviskar Nîck Brauns û nûnerê  PYD Tarik Hemo û ji Eyaleta NRWê parlemterê berê Alî Atalan wê tevlî bibin. 

BREMEN: Di 21 Mijdarê saet di 20.00’de panêl wê li DGB-Haus wê pêk were û ji nûnerên heyetê Mîchel Kmapp, nûnerê PYD Tarik Hemo û ji eyalat NRW parlementerê berê Alî Atalan wê dê beşdar bibin.

HAMBÛRG: Di 22 Mijdarê saet di 19.00’de panêl wê destpê bike û rojnamevan û nîvîskar Nîck Brauns, nûnerê PYD Tarik Hemo û ji Eyaleta NRW  parlementerê berê Alî Atalan dê lê amade bin.
 
BERLÎN: Di 28 Mijdarê saet di 19.00’de panêl wê li avahiya rojnameya Junge Welt pêk werê û wê rojnamevan û nîvîskar Nîck Brauns û Michel Kmapp wê tevlî bibin.  

TRÎER: Di 6'ê Kanûnê panêlê pêk were û parazvan Brîgîtte Kîechle wê tevlî bibe.