Heyeta Danîmarka hat serdana KNK’ê

Heyeta Danîmarka hat serdana KNK’ê

Heyeta Danîmarkayê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê lêkolîn kir, hat serdana KNK’ê û çavdêriyên xwe yên li Rojava ragihand.

Heyeta Danîmarkayê ya ji bo pêşveçûnên li Rojava û Başûrê Kurdistanê di cihê wê de bibîne, lêkolîn û hevdîtin pêk anîn hat serdana KNK’ê. Heyet ji aliyê Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç û endamê KNK’ê Xebat Mohamed ve hat pêşwazîkirin.

Heyeta Danîmarkayê ku çavdêriyên xwe yên Rojava ragihand, diyar kir ku di avakirina Kantona Cizîrê de pêwîstî hê zêdetir bi piştgiriyê heye. Heyetê diyar kir ku wê di vê mijarê de hê zêdetir bixebitin û serî li nêrîn û pêşniyarên KNK’ê da.

'EM JI TEVLÎBÛNA JINAN BANDOR BÛN'

Endamên heyetê diyar kirin ku ji tevlîbûna jinan a ji bo Kantona Cizîrê bandor bûne û li her qada jiyanê bi awayekî aktîf cih digirin. Heyetê her wiha got ku bi şervanên YPJ’ê re jî hevdîtin pêk anîne.  

HEVSEROKA KNK’Ê KOÇ: DI ASTA HERÊMÊ DE ALTERNATÎF E

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç jî têkildarî eleqe û xebatên heyetê yên ji bo Rojava spas kir û got ku Rojava bi karaktera xwe şoreşî ji bo tevayî Rojhilata Navîn mînak e.

Koç di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd a li ser nîqaş dikin, di serî de Rojava ji bo pêşeroja aştiyane ya tevayî parçeyan pêwîstiyeke.