Hevserok bi keyayan re hatin ba hev

Hevserok bi keyayan re hatin ba hev

Hevşaredarên Sûra Amedê Seyid Narîn û Fatma Şik Barut, ji bo agahiyên der barê rojevê de bi xelkên gund û taxên girêdayî Sûrê parve bikin bi keyayên taxan re civînek lidarxistin.

Civîn li salona Şaredariya Bajarê Mezina Amedê pêk hat. civîn bi amadebûna hevşaredarên Sûrê Seyid Narîn û Fatma Şik Barut, hevserokê partiya (DBP) ê navçeya Sûrê Abdulkerim Duruk, endamên meclîsa şaredariya Sûrê û keyayên tax û gundên Sûrê pêk hat.

Di civînê de hevşaredarê Sûrê Fatma Şik Barut axaftinek kir. Di axaftina xwe de Şik behsa berxwedana Kobanê kir û wiha got: "Wekî hûn dizanin em di pêvajoyeke gelekî girîng û zehmet de derbas dibin. serê 2 salan e li Rojava şoreşeke mezin û têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Her wiha dijminên Kurdan bênavber êrîşên xwe li ser destkeftiyên Kurdan berdewam dikin, lê wan dijminên hov nizanibûn ku wê rastî berxwedaneke ewqasî xurt û dîrokî bên. Di êrîşên ku li Rojava û Şengalê de pêk hatin dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê rastî berxwedanek mezin hatin û piştî wê jî ev êrîşên xwe yên hovane ranewestandin û berê xwe dan Kobanê. Li Kobanê ev 76 roj e berxwedana bê mînak tê meşandin. Di vê berxwedanê de bi sedan ciwanên me şehîd bûn, lê Kobana xwe teslîmî dijminê xwe nekirin. Kobanê bû keleha berxwedanê û Kurdan li wir li şûna hemû cîhanê parastina nirxên mirovahiyê kir.

Kobané rastiyeke din bi vê berxwedanê bi hemû cîhanê da naskirin ku ew dengê hemû Kurdan e û Kurd li dora vê berxwedanê bûn yek dil û yek deng. Her wiha di dawiya axaftina xwe de Şik spasiya hemû gelê navçeyê kir ji bo xwedîderketin û tevkariya wan a bi gelê Rojava û Şengalê re.

Piştî wê Hevşaredar Seyid Narîn jî axaftin kir û behsa pêvajoya karên xwe yên şaredariyê kir û wiha got: "Beriya niha jî di civînan de me dabû xuyakirin ku em ê 5 salan bi hev re xizmeta vî gelî bikin. Em ê bi hev re li çareseriya pirsgirêkên xwe bigerin û em ê bi hev re çareser bikin. Dibe ku em ji demeke dirêj ve bi hev re neciviyane lê rastiyek wiha jî heye çiqasî têkliya di navbera me de xurt bibe ewqasî em ê xurt û bihêz bibin. Em çiqasî nêzî hev bin ewqasî em ê zûtir çareseriyê ji pirsgirêkên xwe re peyda bikin.

Lewre jî em îro li hev civiyan ji bo em bi taybetî ji bo ked û xebata ku me bi hev re meşand û ji bo tevkariya bi gelê Rojava û Şengalê re firsendeke ji bo em spasiya hemû keyayên xwe û hemû gelê xwe yên di van xebatan cih girtin bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Narîn ji bo hatina keyayên navçeyê spasiya xwe ji wan re pêşkêş kir û got ku ew ê bi hev re û ji berê bihêztir bixebitin û ew gelekî spasiya wan dike ji bo hatina vê civînê.