Balkêş e baweriya gelên Brîtanya û DYA ya bi aboriyê, ji sedî 40 e.
Li gorî daneyên sala 2015'an, li Çînê hatineya milî ya serê şexsekî 13 hezar 171 dolar e. Li Fransayê 39 hezar 813, li Îngilîstanê 41 hezar 351, li Elmanyayê 47 hezar 113 û li DYA jî 55 hezar 798 dolar e.
Di sala 2015'an de welatê ku hatineya wê ya milî di asta herî nizm de zêde bû, bi rêya ji sedî 1,2'an Fransa ye. Piştre bi rêjeya ji sedî 1,4 Elmanya, ji sedî 2,3 Brîtanya, ji sedî 2,4 DYA û ji sedî 6,9 Çîn tên.
Ji aliyê bêkariyê ve, bi rêjeya ji sedî 10'an Fransa di rewşa herî nebaş de ye. Li Çînê ev rê ji sedî 3 bû. Li Elmanya, Brîtanya û DYA rêjeya bêkariyê di rêjeya ji sedî 5'an de ma.
ÇÎNÎ XWEŞBÎN IN, FRANSÎ REŞBÎNIN
Li Çînê, ku hatineya mîlî ya serê şexsekî kêmekî ji 13 hezar dolarî zêdetir e, rêjeya mirovên pê bawer in ku aboriya Çînê wê baştir bibe, ji sedî 87 e. Li Fransayê jî, ku rêjeya bêkariyê di nava 8 salan de zêde bû, rêjeya mirovên pê bawer in aboriya li Fransayê baştir bibe, bi tenê ji sedî 12 ye.
Ev rêje li Brîtanyayê, ku di meha Hezîranê de bi referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve ji sedî 44, li DYA jî ku hem rêjeya bêkariyê kêm hem jî aborî bi rêk û pêk mezin dibe, ji sedî 47 e.
Li Elmanyayê ji sedî 75 ê gel pê bawer in ku wê rewşa aboriyê baştir bibe.