Helîkopterek Tirkiye sînorê Rojava derbas kir

Helîkopterek Tirkiye sînorê Rojava derbas kir

Helîkopterek Tirkiye sînorê Rojava derbas kir û li ser asîmanê navçeya Raco a Efrînê geriya.

Helîkopterek Tirkiye sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas kir û derdora saetekê li ser navçeya Raco ya Efrînê geriya. Li gorî agahiyan, helîkoptera Tirkiyeyê 10 kîlometre derbasî herêma Efrînê bûye û li ser Çiyayê Bîlal Hebeş û Bundê Hecî Xelîl lêgerîn kiriye.

Beriya niha bi 2 hefteyan balafirên keşfê yên Tirkiye li sînorê di navbera Rojava û Bakur de lêgerîn kiribûn.