Hejmara qurbaniyên komkujiya Kobanê derket 14’an
Hejmara qurbaniyên komkujiya Kobanê derket 14’an
Hejmara qurbaniyên komkujiya Kobanê derket 14’an
Hejmara qurbaniyên êrîşa hovane ya ku duh li dijî avahiya Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê pêk hat de derket 14’an. Di nava welatiyên jiyana xwe ji dest dane 6 welatiyên Ereb ên wekî koçber hatibûn Kobanê û 5 jî zarok hene.
Di teqîna ku duh li bajarê Kobanê bi wesayitek bombebarkirî li dijî avahiya Heyva Sor a Kurd pêk hat de, 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bibûn. Ji birîndaran 7 kesên ku rewşa wan giran bû, rakiribûn nexweşxaneyên li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê. Birîndarên din jî li rakiribûn nexweşxaneyên li Kobanê.
Ji welatiyên ku biribûn Rihayê 2 kesan şevê din li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Ji birîndarên li Kobanê jî dîsa şevê din yekê jiyana xwe ji dest da. Li gel her sê welatiyan hejmara qurbaniyên komkujiyê derket 14’an.
Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Welatiyên Ereb ên koçber:
Xelîl Şêx (27) ji gundê Xirbêt Elo, Besêl Xelîl (15) ji gundê Kefer Zeyta yê girêdayî bajarê Hema, Ebdulkerîm Xelîl (16) ji gundê Kefer Zeyta yê girêdayî Hema, Zuhêr Mehemed Qebelan (13) ji gundê Kefer Zeyta, Mihemed Mihemed Qebelan (12) ji gundê Kefer Zeyta, Xalid Hesen (15) ji bajarê Hema,
Welatiyên ji Kobanê:
Fethî Şêxo Mehemed (52), Nîo Elî Sincar (25), Mahir Mehemed Mehmud (16), Sebrî Birahîm (22), Osman Ebdo Hesen (53), Kawar Bozan (28).
Nasnameya 2 welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane jî, ji ber ku cenazeyên wan nehatin nasîn, diyar nebû.
Hejmara welatiyên ku di êrîşê de birîndar bûn jî wekî 28 hate diyarkirin. Ji birîndaran 5 kes li nexweşxaneyên bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê têne dermankirin.
Ji birîndaran navên kesên hatine diyarkirin wiha ne:
Cudî Ebdulkerîm (37), Bozan Osman (50), Ebdulselam Hisên, Sebrî Elî Bekrî, Şukrî Mihemed Kino (40), Xessan Temo (25), Zelîxa Bozan (25), Rêzan Ebdî, Mehmud Ehmed Ezo (35), Ebdî Ebdî, Kurdistan Ehmed, Rama Hecî Şêxo (4), Hemûd Hecî Şêxo, Ela Bozan, Ebdulezîz Hisên, Ezedîn Hisên, Fewaz û zarokê wî ku navê wî nehat zanîn, Rube Îsmaîl, Eyşe Mehemed, Mamed Îsmaîl û zarokê wî yê ku navê wî nehat zanîn, Şaha Îsmaîl.