Hejmara penaberên ku diçine Italyayê zêde dibin
Piştî ku welatên Balkanan sînorên xwe girtin, di meha Tîrmehê de ku rêgeha pêşî ye ji bo penaberên ku dixwazin biçine Ewropayê, 25 hezar penaber çûne Italyayê.
Piştî ku welatên Balkanan sînorên xwe girtin, di meha Tîrmehê de ku rêgeha pêşî ye ji bo penaberên ku dixwazin biçine Ewropayê, 25 hezar penaber çûne Italyayê.
Ajansa Frontex ku ji ewlekariya sînor a Yekitiya Ewropayê (YE) berpirsyar e û navenda wê li paytexta Polonyayê Warşovayê ye, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, di 7 mehên pêşîn ên vê salê de hijmara penabarên ku hatine Italyayê 95 hezar in. Tê goti, ev hijmar bi rêjeya par re heman hijmar e lê li gorî rêjeya Tîrmeha 2015’an ji sedî 12 zêde ye.
Di daxuyaniya Froxtex’ê de tê gotin, piraniya penaberên ku têne Italyayê ji Efrîkaya Bakur tên û yên ku ji Nîjerya û Erîtreyê tên hê zêdetir in.
JI PÊNC PARAN ÇAR JÊ BI BOTÊN PLASTÎK TÊN
Di daxuyaniya Frontexê de tê gotin, penaberên ku têne Italyayê jiyana xwe dixin talokeyê û bi vî awayî hewl didin ku ji Behra Spî derbas bibin.
Li gorî vê, ji her pênc rêwîtiyên ber bi Italyayê çar jê bi botên plastîk pêk tên. Tê texmînkirin ji destpêka vê salê ve hijmara penaberên ku li Behra Spî mirine, ji 3 hezaran zêdetir in.
Tê zanîn ku piraniya penaberan Italyayê weke welatekî transît bi kar tîne. Tê gotin, tenê li Mîlanoyê ji 3 hezaran zêdetir penaber ji bo ku derbasî Fransa, Swêdê û ji wir jî derbasî YE’yê bibin ‘bloke bûne’