Gundê herî mêvanperwer ê sînor: Elîzêr
Gundê herî mêvanperwer ê sînor: Elîzêr
Gundê herî mêvanperwer ê sînor: Elîzêr
Gundê Elîzêr ê navçeya Pirsûsa Rihayê ji sê qatê nifûsê xwe welatiyên Kobanê dihewinîne. Ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê warên xwe terk kirin mal hatine çêkirin û li benda mizgîniya azadiya Kobanê ne.
Gundê Elîzêr ê ji 60 malan hatiye avakirin û xwedî 630 nifûsî ye. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê 120 malbatên Rojavayî jî hatin li vî gundî bi cih bûn. Der barê vê de keyayê gund Muslum Menguç axivî û wiha got: "Malbatên ku hatin me hemû malên li vir bi cih kirin. Bi hatina zivistanê re sermayê jî destpê kir. Çi ji destê me tê em dikin, lê dîsa jî têrê nake. Ji ber ku gava malbat hatin ti tişt bi xwe re neanîn rewşa wan xerab e. Bi taybetî jî pêdiviyên wan bi sobe û bi sotemeniyê hene."
'DIXWAZIN VEGERIN'
Welatiyê gundê Elîzêrê Cuma Durgun diyar kir ku ew bi derfetên xwe alîkariya mêvanên xwe dikin û ji bo hewandina malbatan wan bi hev re malên nû çêkirine. Durgun anî ziman ku her çi qasî di nava derfetên baş de bijîn jî welatiyên Kobanê dixwazin bi lezgînî Kobanê azad bibe û vegerin malên xwe û wiha berdewam kir: "Kesên ku ev zilm li vî gelî kir û ji cih û warên wan kirin wê belaya xwe bibînin."
Welatiyê Rojavayî yê bi navê Îsa Muhammed ê 70'ê salî diyar kir ku ew ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji gundê Korîkê derbasî navenda Kobanê bûne û ji vir jî derbasî gundê Elîzêrê yê Pirsûsê bûne. Muhammed anî ziman ku niha li Kobanê 3 zarokên wî di çeperên berxwedanê de şer dikin û welatî baş nêzîkî welatiyên hatine dibin û axaftinê xwe wiha domand: "Înşallah wê Kobanê rizgar bibe û em ê carek din vegerin li ser axa xwe ya ku em li ser mezin bûn." Muhamed Îsa anî ziman ku ew li benda agahiya mizgîniya ji Kobanê bê ne.
Welatiyê bi navê Saît Îbo Muhammedê ji gundê Keklîka Kobanê jî anî ziman ku piştî çeteyên DAIŞ'ê bi tang û çekên giran êrîşî gundê wan kir bi tevî zarok û jinan li ser gundê Qeremoxê re derbasî gundê Elîzêrê bûne û heyanî azadiya Kobanê wê li vir bin. Îbo Muhammed diyar kir ku hemû welatiyên Elîzêrê ji wan re dibin alîkar û got ku alikariya esil Mala Gel (Rêxistina DBP'ê ya navçeyê) dike û wê ji vir şûnde jî bike.