Greva karkeran a li Fransayê bandoreke giran li hilberînê kir

Hikûmeta Fransayê, ku guh nade hewldanên xebatkaran ên ji bo karekî adîl, aboriya welêt ber bi rewşeke neyînî ve dibe.

Li gorî daneyên dawî, ji ber grevan hilberîna li Fransayê ev sê meh in her kêm dibe. Li hin sektoran em kêmanî rêjeya ji sedî 20 jî derbas kiriye.

Li gorî daneyên Enstîtuya lêkolînên Aboriyê û Statîstîkên Neteweyî ya Fransayê (INSEE), li sektorên ku di mehên dawî de karkerên wê ketine grev, hilberîn kêm bûye. Hilberîn di meha Gulanê de bi 0,5 pûanan û di meha Hezîranê de jî bi 0,8 pûanan kêm bû.

INSEE da xuyakirin, ku bi tenê li sektora madenên binê erdê, bi rêjeya ji sedî 1,9'an hilberîn zêde bûye. Hilberîna berhemên çandiniyê ji sedî 0,3 kêm bûye. Di rafînajê de kêmbûnek ji sedî 12,4 heye. Ev kêmbûn di meha Gulanê de jî ji sedî 21 bû.

Tê gotin, xwepêşandan û grevên li hemberî Qanûna Kar ên navbera mehên Gulanê û Hezîranê hatin lidarxistin, bandor li vê kêmbûna hilberînê kirine. Tevî van nerazîbûnan jî hikûmetê ev qanûn pêşkêşî dengdana meclîsê û senatoyê nekir û yekser qebûl kir.