‘Gorul bi awayekî vekirî hat qetilkirin’

‘Gorul bi awayekî vekirî hat qetilkirin’

Parêzvanên mafên mirovan li cihê Muzaffer Gorul ê ku bi wesayîta xwe ji Çewlîkê ber bi Amedê ve dihat ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin lêkolîn kirin û lêkolînên xwe kirin rapor. Di raporê de hate diyarkirin Gonul bi awayekû vekirî hate înfazkirin. Di raporê de hate gotin ku di bûyerên wisa de ji ber lêpirsîneke bihêz neyê kirin û polîtîkayên bêcezabûnê polîs û leşker bi rehetî bûyerên wisa li dar bixin.

Baroya Amedê, Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê, Odeya Tabîban a Amedê û Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê lêkolînên xwe yên rojek piştî qetilkirina Muzaffer Gorul ê ku ji aliyê leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Abali ve hatin qetilkirin kirin rapor. Rapor li Buroya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê bi civîneke çapemeniyê hate aşkerakirin. Rapor ji aliyê Rêveberê Baroya Amedê Prz. Servet Ozen ve hate aşkerakirin. Di raporê de hate diyarkirin ku Gonul ji aliyê leşkeran ve hate înfazkirin û bûyer 3-10 metre ji cihê leşker lêgerînê dikin pêk hat. Di raporê de hate gotin ku ji ber wesayîta Gorul ji cihê bûyerê hate rakirin heyet negihişte ti delîlan.

Di raporê de hate destnîşankirin ku di hevdîtinên bi şahidê bûyerê, welatiyên gund û lêkolîna dosyayê ji wesayîta Gorul ti êrîş ji leşkeran re çênebûye û ti şopa pevçûnê nehatiye dîtin. Di raporê de hate gotin ku tevî hewldana Gorul a revînê hebe jî bi rehetî leşkeran dikarî wî bigirin û wiha hate gotin: "Ji ber vê yêkê îxtîmala maktul bêyî zirarê bibîne dikarîbû hatiba girtin hatiye tesbîtkirin."

'DAXUYANIYA WALÎTIYÊ RASTIYÊ NÎŞAN NADE'

Di raporê de hate diyarkirin ku piştî înfazkirina Gorul daxuyaniya Walîtiya Amedê ya guleya ji tekereya wesayîta Gorul ket û pelikî Gonul jiyana xwe ji dest da rastî nîn e wiha hate gotin: "Her çiqas mijareke teknîk be jî heyata me cihê gule ji wesayîtê ketî û jêderketî û zirara di wesayîtê de li ber çav girtî mirin bi guleya weke Waliyê Amedê diyar kirî ji guleya pelîk pêk nehatiye û maktul hedef hatiye girtin û wisa hatiye qetilkirin. Heyeta me di qanaeta Muzaffer Gorul hatiye înfakirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin de ye."

Di raporê de hate gotin ku daxuyaniya Walitiya Amedê bi armanca bûyerê veşêre û meqamên edlî bi bandor bike da.

Heyetê di raporê de daxwazên xwe wisa rêz kirin:

"* Ji bo selameta lêpirsînê divê leşker û fermandarên di 11.11. 2014'an de li nokteya kontrolê hat peywirdarkirin ji peywirê bên girtin.

* Divê lêpirsîna derbarê bûyerê de bi aweyeke şefaf, lezgîn û bi hêz bêkirin. Divê hemû aliyên bûyerê bihêz tevlî lêpirsînê bibin. Divê berpirsiyar bi awayeke adîl bên darizandin û bên cezakirin.

* Daxuyaniyên makamên îdarî yên bêyî delîl ji bo bûyer bi awayekî rast derkeve holê asteng dike û îxtîmala ev daxuyanî dadê bi bandor bike, ji ber vê yêkê divê maqeman îdarî dest ji daxuyaniyên wisa berbidin.

* Heyeta me gumana bi 'paketa ewlehiyê' ya rayeya leşker û polîsan zêde dike bûyerên wisa wê zêde bibin dijî. Hikûmetê dawetî dest ji guherîna zagonên wisa berde dike."

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê Prz Serhat Eren diyar kir ku divê înfazên wisa êdî bi dawî bibin û di bûyerên wisa de divê dad û rayedarên hikûmetê lêpirsîneke bihêz bidin meşandin.