Gokkan: Ev dîwar di wicdanê gelan de hilweşiyaye

Gokkan: Ev dîwar di wicdanê gelan de hilweşiyaye

Gokkan ku çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi garantiyên hikûmeta AKP'ê piştî neh rojan qedand, ji nû ve destpêkirina lêkirina dîwar weke "nîşaneya bêqîmeta" hikûmetê bi nav kir. Gokkan got, "Ev dîwar ji xwe di wicdanê gelan de hilweşiyaye."

Tedawiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a çalakiya xwe ya rojiya mirinê li ser temînatên hikûmetê bi dawî kir, dewam dike.

Gokkan, ji rojên berxwedanê heta jinûve destpêkirina lêkirina dîwar, bersiv da pirsên me. Gokkan bal kişand ser berxwedana jinan a li dijî dîwar û got, "Jinên Kurd dê ti carî destûrê nedin sînor û dîwaran." Gokkan bicihneanîna soza jê re hatiye dayîn weke nîşaneya bêqîmetiya dewletê bi nav kir û got, "Ev dîwar ji xwe di wicdanê gelan de hilweşiyaye."

Rewşa we ya tenduristiyê çawaye?

Di rewşa min a tenduristiyê de nexweşiyeke min a taybet nîne. Kontrolên giştî dewam dikin. Dê hefteyekê bernameya xwedîkirinê bicih were anîn. Di bin kontrola doktoran de me. Rewşeke girîng nîne.

Diyare ku lêkirina dîwar ji bo dewletê tê çi wateyê. Di nava Kurdan de rê li ber kîjan hestê vekir?

Li cîhanê dîwar ji bo gelan tê çi wateyê, ji bo gelê bi rûmet ê cîhanê Kurdan jî tê heman wateyê. Weke nîşaneya şermê tê dîtin. Kurd gelekî ku qebûl kiriye bi hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn re bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê dîwar weke parçekirina gelan, baweriyan, civakan, malbatan, dostaniyan tê fêmkirin. Ji xwe di dema Şerê Sar de li Berlînê hat çêkirin. Û li Îsraîlê di dema Şaron de li ser xaka Fîlîstînê. Niha jî li Tirkiyê di dema Erdogan de tê lêkirin. Kurd weke gelekî li çar parçeyan hatiye belavkirin, dixwaze sînor rabin. Dê sedsala 21'an bi dîwarekî re qebûl nekin. Dîwar şerm e, leka reş e, dijminatiya gelan e, nîjadperestî ye. Ji bo parçekirina ruhê yekitiyê yê Kurdan nîşaneyeke û Kurd dê vê nîşaneyê qebûl neke.

GELÊ KURDISTANÊ EV DÎWAR QEBÛL NEKIRIYE

Li dijî dîwarê şermê me ji nişka ve biryara çalakiyê dan û jiyana xwe di berdêla wê de danînin holê. Li dora we berxwedaneke mezin tinebû. Hest û nêrînên we yên rê li ber vê çalakiya dîrokî vekir çi bû?

Lêkirina dîwar ev demeke di rojevê de bû. Li dijî dîwar hêrseke cidî hebû. Gelê Kurdistanê ev dîwar ti carî qebûl nekiriye. Tevî ku me ji hemû saziyên fermî agahî xwestin jî, ji me re ti agahî nehatibû dayîn, em mûxatap nehatibûn girtin. Ji xwe diyar bû ku dîwarê dihat lêkirin, gunehê li dijî mirovahiyê ye. Dîwar dihat lêkirin, ji ber ku bi awayekî fîzîkî nedihat dîtin gel digot, "Ma vê dewletê hişê we winda kiriye, ku di demeke em rakirina sînoran dixwaze dîwar lê bike". Li gel van hemûyan dewamkirina lêkirina dîwar, tevî hemû daxwazên me nedayîna agahiyan, em xist nava lêgerînên nû. Rojek beriya ez dest bi çalakiyê bikim, maşînên kar li ser dijderketina me, dihatin rawestandin. Lê belê di roja min biryara çalakiyê da de, tevî hemû dijderketinên me jî maşînên kar dixebitîn. Li ser vê yekê min jî got, heta lêkirina dîwar neyê rawestandin, ezê ji wir neçim û min li wir dest bi çalakiyê kir.

TI CARÎ MIN XWE BI TENÊ HÎS NEKIR

Di dema çalakiyê de hestên we çi bûn?

Min ti carî xwe bi tenê hîs nekir. Ji ber ku gel li dora min ewçend xelekek ava kiribû, ku min ti carî hesta tenêtiyê nedît. Di nava 9 rojan de sekna hevpar a li Rojava, ya mirovên li girtîgehan û ji 7 heta 70 salî ya gelê Kurd, dîwarê ku bi mejiyê mîlîtarîst ê dewletê hewl dihat dayîn bê lêkirin, serûbin kir. Lewma ti carî min xwe bi tenê nedît. 9 rojan betanî nedan min, di sermayê de razaman wan jî li min temaşe kirin, her şêweyên zextan li min kirin, hewl dan pêdiviyên min ên herî însanî jî asteng bikin. Ev yek li dijî min weke amûreke zextê bikar anîn. Desthilatdar bawerin ku bi va rê û rêbazan bindestan bêdeng bikin. Lê belê van zextan bandor li zarokên Nisêbînê jî nekir. Tişta ku kirin pûç bû.

Çalakiya we kirin; rojiya mirinê, çalakiyek ku tê de rîska mirinê jî heye. Gelo hûn li se vê dibetî nefikirîn?

Dema mirov biryarê didin hemû dibetiyan ji destpêkê ve difikirin. Ez ti carî nekim nava şik û gumanê. Ji ber ku di roja duyemîn a çalakiyê de 60 kes bi heman rengî dest bi greva birçîbûnê kirin. Gumanan ti ji wan nebû. Ji 7 heta 70 salî her kes xwedî li vê çalakiyê derket. Ya rast, ev yek hêrsa gelan a li dijî sÎnoran bû. Suryanî, Ereb bi taybetî jî jin gelekî baş dizanin ku sînor bandoreke çawa neyînî li jiyanê dikin, lewma herikîn çalakiyê. Li vê derê berxwedaneke jinê hebû ku 9 rojan sînor li cîhanê teşhîr kir. Gelekî watedar bû. Ev yek berxwedaneke jinê ya li hemberî destavêtin û destdirêjiyê jî bû.

Piştgiriya raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyê têrê dikir?

Bi dîtina min di 7'ê Mijdarê de dîwar di mejî û ramanê de hilweşiyaye. Tevî ku dewletê ragihand ku lêkirina dîwar radiwestîne jî, dibe ku dîwar hînê tê lêkirin. Dîwarê ku niha tê lêkirin nîşaneya polîtîkaya bêqîmet a wan e. Lê belê dîwar di nêrîn û wicdanê gel de hilweşiyaye. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku piştgiriya raya giştî têrker bû.

DÎWAR DI PRATÎKÊ DE TÊ LÊKIRIN

Înşaeta dîwar dewam dike? Di vê mijarê de agahiya we heye?

Tevî ku di pratîkê de dîwar tê lêkirin jî, di hevdîtinên li gel hikûmeta navendî re tê gotin ku dîwar nayê lêkirin.

Hikûmet çi dibêje?

Di hevdîtinên bi parlamenterên BDP'ê re de hînê dibêjin "Tiştekî wiha nîne." Lê belê di pratîkê de tê lêkirin. Ev yek bi xwe nîşan dide ku hikûmet çiqasî bê qedir û bê qîmet e.

BERXWEDANA JINAN DÊ DEWAM BIKE

Di asta wezaretan de ji we re soz hat dayîn ku dê lêkirina dîwar bê rawestandin. Di nava van sozan de çi hebûn?

Min gotibû ku polîtîkaya tê meşandin polîtîkayeke bê qîmet e. Di encama dîplomasiya BDP'ê ya bi Wezaretên Karên Hundir, Edalet û Parastina Mîlî de soz hat dayîn ku dê lêkirina dîwar raweste. Lê belê 5 roj piştî ku min dawî li çalakiya xwe anî, me dîtin ku dîwar ji nû ve tê lêkirin. Welatek bi vî rengî tê rêvebirin! Divê ev ji wan bê pirsîn.

Bi dewamkirina lêkirina dîwar re gelo hûnê çi bikin?

Ev yek rewşek pêwendiya xwe bi nerazîbûna raya gitşî re heye. Ez dikarim bêjim ku berxwedana jinan a li dijî dîwar dê nesekine. Bi dîtina min ev rewş wê ji niha û pê ve di wicdanê mirovahiyê de jî neyê qebûlkirin. Ev çalakiyên tevgera jinênên Kurd li dijî sînoran dane destpêkirin, dê dewletê li cîhanê teşhîr bike û nîşan bide ku hemû dîwar neçarin hilweşin. Sekna me ya li hemberî lêkirina dîwar, dê bi heman rengî dewam bike. Divê dewlet tavilê dest ji vî karî berde. Banga min li her kesî ye; Vê rewşê ti carî qebûl nekin. Ji tiştên ji niha û pê ve biqewime dewlet berpirsyar e. Ev şermeke li dijî mirovahiyê ye, emê vê şermê qebûl nekin.

Herî dawî tiştekî hûn dixwazin lê zêde bikin heye?

Li gorî nûçeyên îro (duh) girtiyên li girtîgehên Êlih, Mêrdîn û Sêrtê yên li dijî dîwar derketin hatin surgunkirin. Ez vê bi tundî şermezar dikim. Helwesta dewletê a li hemberî vê sekna bi rûmet a li nava çar dîwaran, nayê efûkirin.